‘Dane ne rastin, polîtîka ‘kî mir kî ma’ tê meşandin

  • 09:08 27 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Welatiyên Enqereyê diyar kirin ku daneyên hikûmetê yên koronayê rastiyê nîşan nadin û got: “Polîtîka kî dimre bila bimre tê meşandin.” Xwendekaran jî bertek nîşanê vekirina dibistanan ku di 21’ê îlonê de tên vekirin dan û gotin wê 8 saetan çawa bi rûpûş bisekinin.
 
Ji meha Adarê heta niha li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona bi giştî 6 hezar û 163 kesî jiyana xwe ji dest da, 261 hezar û 194 kes bi vîrusê ketin. Bi pêvajoya normalbûnê re hejmar her ku çû zêde bû. Yek ji bajarên ku hejmar her diçe lê zêde dibe jî Enqere ye. Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) rojên borî daxuyanî da û got li Enqereyê rojane hejmara covîdê gihiştiye hezarî û nexweşxaneyên pandemî ji sedî 100 tijiye. Her wiha hat diyarkirin ku hejmara xebatkarên enfekte bûne ya li Enqereyê jî 488 e.
Welatiyên Enqereyê der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku daneyên wezareta tenduristiyê rastiyê nîşan nadin.
 
‘Tirkiyeyê zû tedbîr girt û zû dest jê berda’
 
Welatiya bi navê Belgîn ya li Amerîkayê dijî da zanîn ku ne tenê hejmarên li Tirkiyeyê yên li cîhanê jî rastiyê nîşan nadin û got: “Hikûmet ji bo mirovan netirsîne û neke fikaran hejmaran vedişêre. Li Amerîkayê dereng tedbîr hatin girtin lê hîna didomin. Li vir zû tedbîr hatin girtin lê zû jî dest jê berdan.”
 
‘Otobus tije dibin’
 
Hîlal Aktaş jî destnîşan kir ku tedbîr qelsin û otobus tije dibin û wiha pê de çû: “Divê vê sererast bikin. Divê sînorkirinan dîsa bikin jiyanê. Dibêjin wê dibistan vebin. Nexweşketina xwendekareke tê wateya ku hemû pol û malbat jî nexweş bikevin.”
 
Dîdar Balaban jî bi lêv kir ku ji aliyê hikûmetê ve tedbîr nayên girtin û  welat jî tedbîrên divê bigirin pêk naynin.
 
‘Em ê çawa 8 saetan bi rûpûş bisekinin’
 
Xwendekarê lîseyê Metehan Sezer destnîşan kir ku di 21’ê îlonê de dibistan vedibin û got: “8 saetan bi rûpûş mayîn qet ne mantiqî ye. Tedbîr têr nakin. Ez bawer nakim ku malbat zarokên xwe bişînin.”
 
Xwendekarê lîseyê Berat Can jî heman fikar anî ziman: “Ger dibistan vebin wê vîrus hîn bêtir belav be. Ji ber ku wê xwendekar li wesayît, pol û her derê ligel hev bin.”
 
‘Mirin zêde ne’
 
Denîz Yakici jî destnîşan kir ku dê û bavê wê xebatkarên tenduristiyê ne û wiha pê de çû: “Dibêjin hezar lê mixabin li seranserê Tirkiyeyê deh hezar e. Ji bo mirovan netirsînin nabêjin. Hemû nexweşxane tije bûne. Dê û bavê min di pêvajoyek giran re derbas dibin. Divê hikûmet li welatiyan bifikire.”
 
Huseyîn Dag jî balkişand ser daneyên wezaretê û diyar kir ku daneyên wan rastiyê nîşan nadin û got kesên ew dişopînin û sazî berovajî vê dibêjin û her wiha cîhan jî ji vê bawer nake.
 
Makbule Candan jî bi lêv kir ku nîşaneya herî mezin a ku hikûmet tedbîran nagire ev e ku bi normalbûnê re hejmar zêde bûye û got mirov tevî ku divê tedbîrên xwe bigirin tu tiştî li ber çavan nagirin.