Dayikên pakrewanan: Dê bindestî êdî ne para me be

  • 09:05 27 Tebax 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Dayikên pakrewanan yên ku li Wargehên Berxwedan û Serdemê dijîn, bal kişandin ser têkoşîna azadiyê û gotin: "Piştî ku me fikr û ramanê Rêberê xwe nas kir, me zanî ku êdî bindestî ne para me ye. Jîna rast ew e ku mirov azad û bi rûmet bijî." 
 
Fikir û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek rêbazên jiyana azad û hevbeş pêşkêşî civakan kir. Roj bi roja baweriya gelê Rojhilata Navîn û taybet jî kurd li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetir dibe. Bi hezaran dayik û ciwanan xwe fedayî doza azadiya gelê kirin. Herêma Efrînê ku ji erdnîgariye Sûriyeyê ji sedî 2 digre di destpêka şoreşa azadiya û heta roja îro 2 hezar 482 şoreşger ji bo axa xwe canê xwe feda kirin. Dayikên şoreşger û pakrewanan li wargehên Berxwedan û Serdemê dijîn bal kişandin ser fikr û ramanê Abdullah Ocalan û parastina axê. 
 
‘Ronahî bû çirûskekî asîmanên azadiyê' 
 
Dayika pakrewan Ronahî (Behar Efrîn), Emîne Qenber bi eslê xwe xelkê gundê Elendara yê navçeya Reco li Efrînê ye û niha li Wargeha Berxwedan a Şehbayê dijî, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rêber Apo ji bo me  mirovekî giranbuhaye. Heta niha li Îmraliyê ji bo azadiya gelan li ber xwe dide. Girêdana me bi fikrê Rêber Apo ve gelekî qayîm e. Zarokên me ji bo azadiyê canê xwe feda kirin. Her çiqasî zarok şêrîn bin û em ji wan hezbikin, lê belê fikrê Rêber APO hemû pîvanên hezkirinê derbas dike. Keça min Ronahî ku bû çirûskekî asîmanên azadiyê. Şehadeta wê ji bo min cihê ser bilindiyê ye.”
 
‘Kurê min berê xwe da azadiyê' 
 
Dayika pakrewan Şiyar Şamî, Fîdan Memo li Wargeha Berxwedanê dijî û mijara azadiyê wiha şîrove kir: "Di jiyana mirovan de welat herî li pêş e. Ji biçûktiyê heta niha malbata min her welatparêz bû. Di vê demê de hezkirina min ji Rêber Apo re hebû. Her roj di nava pirtûkan de min lêgerîna doza azadiyê dikir. Di encamê lêgerînê de zêdetir min Rêber Apo nas kir. Dema ciwan bûm min helbest dinivîsand, yek hevoka ku ji bîra min naçe ew bû ku ‘Kurdistan ez ê kur û keça xwe fedayî tê dikim’ser vê fikirê ez mezin bûm. Em li Şamê dijyan lê bi derketina şoreşê re em vegeriyan Efrînê, li wir hezkirin û girêdana Rêbertiyê zêdetir dibû. Kurê min piştî qedandina erka xweya paratinê tevlî refên YPG’ê bû û di pêvajoya berxwedana serdemê de şehîd ket. Kurê min Şêrwan dev ji malbat û zarokên xwe berda û berê xwe dabû azadiyê." 
 
‘Jîna rast ew e ku mirov azad û bi rûmet bijî’
 
Dayika pakrewan Zinar û Gerîla, Emîne Îbrahîm ku niha li Wargeha Serdemê ya Şehbayê dijî qala dema ku zarokên wê tevlî şer bûne kir û got: "Dema em zarokên xwe ji bo şer rêdikin tu carî ne poşman in. Ji ber jîna bi rûmet jiyana rast diçin. Her çiqas dema ku zarokên me şehîd dikevin bi êş e jî, lê li beramberî wê serbilindî ye. Aliyek ew qas êş, hezkirin û naskirina weteya welat heye. Ji lewra şehadeta zarokên me her tim hêza domadina xeta wan a pîroz e.”  
 
‘Bindestî ne para me ye’
 
Dayika pakrewan Mêrxaz Efrîn, Zekiye Qenber jî bi eslê xwe ji gundê Meydana Recoyê ye û niha li Wargeha Serdem dijî wiha axivî: "Dema fikrê Rêber Apo belavbû em vê demê li Helebê bûn. Me li vir Rêber Apo nas kir. Piştre me bindestiya Gelê Kurd nas kir û dît. Me dît ku kurd ji hemû mafên xwe bê par mane. Lewma fikrê Rêber Apo xelasbûnek ji gelan re bû. Her roj me bêtir fikrê wî nas dikir û asta girêdana me ya Rêbertî zêdetir bû, ji ber ku Rêber APO bûbû rêya ronahiya gelan e. Ji bo yekbûna xaka Kurdistan û azadiya tevahî civak û cîhanê. Bindestî êdî wê ne para me be.”