Şerîn Muslim: Ji ber êrîş û vîrûsê me navber dabû perwerdê

  • 09:03 27 Tebax 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Muslim sala xwendinê ya 2019/2020'an  nirxand û got: "Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê û ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li herêmê gelek caran perwerde dayîn qutbû. Em bi hêvî ne ku sala xwendinê ya 2020/2021'an em bi awayekî aramî derbas bikin." 
 
Zanîngeha Kobanê bi beşên xwe yên wêjeyî û zanistî wek Fakulteya Wêjeya Kurdî, Fakulteya Zanista Zindiyan, Fakulteya RFK (Bîrkarî, Fîzik û Kîmya) û peymangeha Labaratuar di 23'yê mijdara 2019'an de deriyê xwe ji xwendekaran re vekirin. Ji ber êrîşên dewleta tirk, hevkarên wê yên li ser herêmê û belavbûna vîrûsa korona (Covîd-19) û qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pirsgirêk û kêmasî di xwendina îsal de derketin holê. Tevî zor û zehmetiyan jî di 15'ê tebaxê de xwendekarên zanîngeha Kobanê dest bi ezmûnên dawiyê salê kirin, ezmûn heta 25'ê tebaxê hatibû dirêjkirin. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Muslim ji ajansa me re sala 2019/2020'an a xwendinê li Kobanê nirxand.
 
Ji bo xwendekaran pergala online
 
Şêrîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên li hemberî dibistan û zanîngehan û got: "Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê wek Serêkanî û Girê Spî û qedexeya derketina derve ya li hemberî şewba korona hatî girtin bandoreke neyînî li ser asta xwendinê ya îsal kir. Di 23'yê mijdara 2019'an de deriyê zanîngeha Kobanê ji xwendekaran re hat vekirin û me dest bi perwerdê kir. Xwendekar bi rengekî fermî dihatin zanîngehê û tevlî waneyan dibûn, lê di meha adarê de vîrûsa korona yê derket holê. Vîrûsa ku li tevahiya cîhanê bû xeteriyekî mezin, Rêveberiya Xweser jî ji bo parastina welatiyan li herêmê qedexeya derketina derve îlan kir. Di nav de jî giştî dibistan, peymangeh û zanîngeh jî hebûn. Beriya qedexeya derketina derve ezmûna nîvê werza yekem ji xwendekaran re hat kirin û ya dawiya werzê jî nehat kirin. Ji 13'yê adarê ve heta 13'yê gulanê zanîngeh hatibûn girtin. Ji ber vê jî xwendekar ji xwendinê bê par mabûn. Me hewil da ku xwendekar bi rêya pergala online xwendina xwe berdewam bikin. Ji bo ku dûrî xwendinê nekevin. Ji 13'yê adarê heta 21'ê hezîranê pergala online hat meşandin, tevî ku kêmasî derdiketin jî lê heta astekê baş bû û xwendekaran jê sûd wergirtin."
 
'Ji ber vîrûsê perwerde dayîn qutbûn bûn'
 
Şêrînê destnîşan kir ku di 21'ê hezîranê de careke din deriyê zanîngeha Kobanê hat vekirin û wiha domand: "Piştî vekirina zanîngehê me dest bi werza duyemîn kir. Careke din xwendekar vegeriyan zanîngehê û bi rengekî zindî tevlî waneyan dibûn. Lê mixabin dîsa jî ji ber belavbûna vîrûsê di 29'ê tîrmehê de zanîngeha me hat girtin û dîsa em vegeriyan pergala online."
 
Şerîne, da zanîn ku îsal pir qutbûn di xwendinê de pêk hatin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Xwendekaran di vê mijarê de gelek zehmetî kişandin ji ber ku carekê online û carekê jî zindî perwerde dihat dayîn. Zehmetî bi me re jî derdiketin lê hêviya me ew bû ku sala xwendinê ya îsal baş derbas bibe. Ji be vê wek zanîngeha Kobanê me biryar girt ku ezmûnên dawiya salê dest pê bikin. Li gor wê biryarê di 15'ê tebaxê de me dest bi ezmûnan kir û heta 25'ê tebaxê me berdewam kir. Pêwistiya me bi van ezmûnan hebû di rewşeke wisa de me dest pê kir û li gor encamên van ezmûnan wê xwendekar derbasî sala nû bibin. Li aliyekî din jî ji bo parastina xwendekaran ji vîrûsê rûpoş û lepik her roj li wan tên belavkirin û hejmara wan di fêrgehê de hat kêmkirin. Ji bo me zehmete ku em van ezmûnan bi awayekî serkeftî û tenduristî derbas bikin."
 
'Em hêvî dikin îsal serkeftî derbas bibe' 
 
Şêrînê tekez kir ku gelek caran xwendekar ji xwendinê hatin qutkirin û ev yek jî bandoreke neyînî li ser xwendinê kir û wiha bi lêv kir: "Li gor rewşa herêmê, gor derfetên heyî heta astekê em dikarin bibêjin sala xwendinê ya îsal bi awayekî serkeftî derbas bû. Îro hemû xwendekar tevlî ezmûnan dibin û li gor şopandina me ji ezmûnan re bi awayekî serkeftî derbas dibe. Ji bo xwendekarên Kobanê par di tomarkirina pêşnûme de di zanîngeha Rojava de beş derketin û ji ber kêmderfetiyan nedikaribûn biçin. Îsal dîsa dikarin di pêşnûme de navê xwe tomar bikin."
 
Şêrînê destnîşan kir ku ji 26'ê tebaxê heta 15'ê îlonê pêşnûme destpêdike û îsal em girîngiyê didin xwendekarên sala 2018/2019'an û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku sala xwendinê ya 2020/2021'an em bi awayekî aramî derbas bikin, pirsgirêkên ku îsal derketî dê neyên dubare kirin û xwendekar bi rengekî rêk û pêk waneyên xwe bibînin."