ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'Î

  • 09:00 27 Tebax 2020
  • Rojev
* Di demasala havînê de gelê herêmê dest bi kelandina daniyan dikin. Zelîxa Temo behsa çêkirina danû û savarê kir û got: "Çêkirina daniyan jî çanda me ya kevnare, lê pêwîste her kes çanda xwe biparêze. Her wiha xwarin û berhemên bi destê mirovan tê çêkirin tehma wê cuda ye."  BI DÎMEN 
 
* Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Muslim sala xwendinê ya 2019/2020'an  nirxand û got: "Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê û ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li herêmê gelek caran perwerde dayîn qutbû. Em bi hêvî ne ku sala xwendinê ya 2020/2021'an em bi awayekî aramî derbas bikin." BI DÎMEN 
 
* Dayikên pakrewanan yên ku li Wargehên Berxwedan û Serdemê dijîn, bal kişandin ser têkoşîna azadiyê û gotin: "Piştî ku me fikr û ramanê Rêberê xwe nas kir, me zanî ku êdî bindestî ne para me ye. Jîna rast ew e ku mirov azad û bi rûmet bijî." BI DÎMEN 
 
*Li Şirnexê jinên ku malên wan hatin hilweşandin û li TOKÎ'yan hatin bicihkirin dest ji çanda xwe ya nanpêjiyê bernedan û li cihê lê hatin bicihkirin jî vê çanda xwe berdewam dikin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen diyar kir dewleta tirk bi polîtîkayên taybet hem kurdan hedef digire û hem jî dixwaze di navbera gelên ku li Sûriyeyê dijîn de nakokiyan derxe û got: "Divê Gelê kurd li dijî polîtîkayên taybet hebûna xwe bi avakirina yekitiyê biparêz e. Bi yekitiyê jî em dikarin Sûriyeyek demokratîk biafirînin." BI DÎMEN 
 
*Şanoya Bajêr a Amedê bi projeyek nû temaşevanên xwe pêşwazî dike. Projeya skêçan a ji bo bernameya Televîzonê di demek nêz de her heftê dê bi beşekê bê ser erkranên televîzyonê. BI DÎMEN
 
*Welatiyên Enqereyê diyar kirin ku daneyên hikûmetê yên koronayê rastiyê nîşan nadin û got: “Polîtîka kî dimre bila bimre tê meşandin.” Xwendekaran jî bertek nîşanê vekirina dibistanan ku di 21’ê îlonê de tên vekirin dan û gotin wê 8 saetan çawa bi rûpûş bisekinin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Erdîşa Wanê Sarya Bîlîcî diyar kir ku di hevdîtinên bi malbatê re, derketiye holê ku gelek jin rastî zext û şîdeta malbatan tên. Sarya her wiha da zanîn ku bandora qeyûm jî li ser mirinên biguman heye û got jin bê alternatîf hatine hiştin û jinan dişînin malên ku şîdetê lê dibînin.
 
*Ji Platforma Jinan a Enqereyê Derman Gulmez diyar kir ku jinên li herêmê yên ji ber nasnameya xwe rastî şîdetê tên û jinên vê tînin vê tînin ziman ji aliyê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ve hedef tê girtin û got: “Yê Îpek berbi mirinê ve biriye, dewleta ku naparêze ye. Kuştinên jinan tên normalkirin.” BI DÎMEN
 
*Endama Komeleya Star a Jinê  Meryem Arsalan bertek nîşanî tehliyekirina çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê da û got, "Ev zîhniyeta mêr dike dewlet diparêze"  Dewlet ji çi ditirse? BI DÎMEN
 
*Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan di nava şandeya Mexmûrê de cih digre têkildarî hevdîtinên xwe yên partî û saziyên sivîl de wiha anî ziman: "Hevdîtinên me yên li Silêmaniyê erênî derbas bûn. Lê divê bê zanîn ku biryara amborgoyê biryara PDK’ê ye û bi hevkariya dewleta Tirkyeyê ve tê kirin." BI DÎMEN