Îtîraza ji bo girtina Musa Orhan hat redkirin!

  • 16:43 26 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Îtîraza ji bo Girtina Musa Orhan ji aliyê serdozgeriyê ve hat redkirin.
 
Li Sêrtê jinan 18 salî Îpek Er ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û piştî hewl da întîxar bike bi birîndarî rakirbûn nexweşxaneyê. Piştî ku Îpekê jiyana xwe ji dest da Musa Orhan li ser bertekan hatibû girtin. Musa Orhan piştî hat girtin bi hefteyekê serbest hat berdan. 
 
Baroya Sêrtê îtîrazî berdana Musa Orhan kiribû lê îtraza hat kirin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve îtîraz hat redkirin.