Rêveberiya Xweser li dijî kiryaran daxuyanî da

  • 13:17 26 Tebax 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Rêveberiya Xweser ya Herêma Efrînê li dijî kiryarên dewleta tirk daxuyaniyek dan û gotin: "Banga me ji rêxistinên mirovî heye ku rê li ber van kiryaran bigirin û bibin xwedî helwest li dijî qirkirinên dewleta tirk a ser gelan."
 
Rêveberiya Xweser ya Herêma Efrînê li dijî polîtîkayên dewleta tirk ên li henberî Gelê Sûriyeyê dide meşandin daxuyaniyek da û kiryarên ku pêk tên bi tundî şermezar kiri. Daxuyanî li Kampa Berxwedanê bi beşdarbûna endam û nûnerên tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Bêrîvan Xelîl ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demekê de ku hemû cîhan bi xeteriya vîrûsa koronayê re tevger bûye lê dewleta tirk jî bi kiryarên xwe yên dijmirovî êrîşê Gelê Sûriyeyê dike. Dewleta tirk dixwaze dagirkeriya xwe ser tevahî Rojhata Navîn bide ferzkirin. Siyasetên xwe yên qirêj taybet li dijî Gelê Kurd dide meşandin ku bikaribe hemû aliyên fîzîkî, ruhî, çandî û fikrî di hundirê mirovan de tune bike. Ev yek jî li herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tê dîtin.
 
Dewleta tirk bi armanca binxistina hemû destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê xwe didomîne. Di aliyê siyasete de Projeya Netewa Demokratîk qebûlnakê û di aliyê aboriyê de jiyana mirovan difetisîne. Her wiha êrîşî bajar û gundewarên herêmê dike û ewlehiya heyî têk dibe. Ev hovîtiya tirkiyeyê tenê bi rojavayê Kurdistanê bi sînor nema lê belê êrîşî başûrî Kurdistanê jî dike. Li hember wê gelê me berxwedaneke bê hempa dide meşandin. 
 
Em bi vînekî xurt di domandina jiyanê de bi israrin. Banga me ji rêxistinên mirovî heye ku rê li ber van kiryaran bigirin û bibin xwedî helwest li dijî qirkirinên dewleta  tirk ser gelan."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên" Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.