Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir serbest berdan

  • 10:06 26 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çawîşê Pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er a 18 salî kir û bû sedema mirina wê serbest hat berdan.
 
Çawîşê Pispor Musa Orhan li Êlihê tecawizî Îpek Er a 18 salî kiriribû, piştî bûyerê Îpekê nameyek li pey xwe hiştibû û hewl dabû întîxar bike. Îpek a rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Musa Orhan piştî ku îpekê jiyana xwe ji dest da li ser bertekên gel û jinan hatibû girtin. Musa Orhan ê hat girtin serbest hat berdan.
 
Serdozgeriyê îtîraz kir
 
Hat diyarkirin ku piştî Musa Orhan serbest hat berdan Serdozgeriya Sêrtê derbarê serbestberdana wî de îtîraz kiriye.