Jinên gumanbarê tacîzê teşhîr kirin: Bila derxin pêşberî darazê

  • 09:02 26 Tebax 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Ayşe Hîlal Durmaz, mêrê bi navê Taner Taşkirin yê li ser telefon û medyaya civakî ew û hevalên wê yên malê tacîz kiribûn bi hevalên xwe re teşhîr kir û diyar kir ku divê gumanbar demildest derkeve pêşberî darazê.
 
Ayşe Hîlal Durmaz ku xwendekara pola 3’yemîn a beşa Civaknasiyê û sê hevalên wê yên malê bi mehan bû ji aliyê mêrê bi navê Taner Taşkirin ve li ser telefon û medyaya civakî hat tehdîdkirin û tacîz kirin. Ayşe û hevalên wê mêrê gumanbar Taner Taşkiran. teşhîr kirin û dan zanîn ku gumanbar li ser navê jinan bi sedan hesabên sexter vekirine û ji derdora wan pere xwestiye.
 
‘Aramiya min nema’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku Taner Taşkiran yê ku jin bi jiyana wan a taybet tehdîd kirine divê demildest bê darizandin û wiha pê de çû: “Ji ber vê bûyerê aramiya min nema. Ev kes bi saya hevala min ya malê berê xwe da min û qet nas nakim. Ewil peyam avêt. Me ji ku ew asteng kir wî dîsa xwe gîhand me. Li ser hev ev pêk hatin û min bertek nîşan da. Lê ev kes hîn bêtir sînor bezand û bê navber li ser navê min hesabên sexte vekir û xwe gîhand derdora min der barê min de îdia avêt holê. Ji bo navbera min bi malbat û hevalên min re xera bike her tişt kir. Kesên min nas nakin der barê min de dibin xwedî nêrînên cuda. Ev min gelek xemgîn dike.”
 
‘Bi taybet jin di hedefa wî de ne’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku wê demek nêz de biçe dozgeriyê û gilî bike û wiha pê de çû: “Ev kes her tim dibêje ku ez parêzvanê dozger an jî dibêje ez polîs im. Dibêje kes nikare tiştekî bi min bike. Dibêje kengê bixwazim dikarim xwe bigihînim we jiyanê li we bikim zindan. Bi vî karî pere qezenc dike. Hemû agahiyên jinan digirin û beramberê pere wan tehdî dike. Em dizanin ku ji gelek kesî jî pere digire. Bi taybet jî jin di hedefa wî de ne. Ev şîdet e. Aramiya min nema.”
 
Ayşeyê herî dawî bang li jinan kir û got: “Bila ev kes bê teşhîrkirin û ya herî girîng jî bila ev kes bê dîtin û derkeve pêşberî darazê. Dixwazim ku cezayê pêwist bê dayîn.”