Li Rihayê jinek hat qetilkirin

  • 16:42 25 Tebax 2020
  • Rojane
 
 
RIHA - Nurbarî M. ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.
 
Nurbarî  M. a ku li taxa Cumurtiyetê ya Rihayê dima, di saetên dereng ên şevê de ji aliyê birayê xwe Salîh M. ve hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku Salîh M. piştî Nurbariyê qetil kiriye ji malê reviyaye.  Kesên li malê piştî ku li ser dengê hat şiyar bûn agahî dan tendirustvanan.  
 
Tendirustvanên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Nurbariyê jiyana xwe ji dest daye û cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. 
 
Cenaze yê nûrbariyê ji aliyê xizmên wê ve hat definkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn ha destpêkirin.