'Bila çalakgerên Kolana Yukselê bên berdan'

  • 15:21 25 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Têkildarî girtina çalakgerên Kolane Yukselê, Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê daxuyaniyek da û daxwaza serbestberdana çalakgeran  kir. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqerê têkildarî girtina Acûn Karadag, Alev Şahîn, Nazan Bozkûrt, Mehmet Dersûlû, Armagan Ozbeş û Mahmût Konûk ên li Kolana Yukselê ji bo vegera karê xwe çalakî li dar dixistin û hatin girtin civîna çapemeniyê li dar xist. Endama û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. 
 
Rêvebera ÎHD’ê Melîke Gîray di civînê de axivî û bal kişand ser îxrackirina însanan ji karê wan û got 140 hezar însan bi KHK’iyan ji karê xwe bûne. Melîke da zanîn ku ev însan her roj bi zilmê re rûbirû dimînin û xwest zext û pêkoliyên li ser wan bi dawî bibin. Gîray bang li rayedaran kir ku demildest van çalakgerên dixwazin vegerin karê xwe werin berdan.