Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîş şermezar kirin

  • 13:00 25 Tebax 2020
  • Rojane
HELEB - Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê li dijî êrîşên dewleta tirk yên li hemberî goristanên pakrewanan pêk hatî bi daxuyaniyek şermezar kirin û gotin: "Em bang li dewletên navnetewî û mafên mirovan dikin ku rê li hember hovîtiya tirkiyê bigirin.”
 
Li herêmên ku hatine dagirkirin ji aliye dewleta tirk û komên çeteyên wê de bi her şêwazekî êrîş ser civakê tên kirin. Beriya çend rojan dewleta tirk goristana pakrewanan a bajarê Serêkaniyê ji xwe re kirina paregeha leşkerî û goran xera dikin. Têkildarî mijarê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê daxuyanî dan. Bi dehan endamên meclîsê û malbatên şehîdan beşdar bûn. Daxuyanî li Akademiya Civaka Demokratîk ya taxa Şêx Meqsûd Xerbî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Bi navê mirovên ku canê xwe fedayî vê welatî kirine ji bo ku herkes jiyaneke azad û bi rûmet bijîn, em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Şerê dewteta tirk li hember vîna Gelê Kurd û mirovahiyê ta niha dewam dike. Li her çar praçeyên Kurdistanê û bi taybet li herêmên Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê dewleta tirk van êrîşan dide meşandin. Dixwaze îrade û armanca gelê azadîxwaz bişkîne, lê gelê me ta niha li ber xwe dide ji bo ku jiyaneke azad û demokratîk bijî. Ji deste me tê hemû destkeftiyên şoreşa xwe em ê biparêzin û nehêlin ku tu êrîş li ser wan de bê kirin. 
 
Armanca sereke ya dewleta tirk ku projeya netewa demokratîk têk bibe. Ji roja ku dewleta tirk Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî dagirkiriye ta roja me ya îro qetîlkirin û tunekirina gel dewam dike. Hertim xwestiye nasnema, çand û dîrok kurdan tune bike. Goristana şehîdan nirxên me yên herî pîroz e, dewleta tirk hemû gorên pekrewanên me ruxand.  Li ser goran paregihan ava dike. Tiştên ku dewleta tirk dike di tu dîrokê de nehatiye kirin û dîtin.  Kiryarên wî hemû nirxên mirovahiyê bin pêk dike.
 
Em jî weke Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bang li dewletên navnetewî û mafên mirovan dikin ku rê li hember hovîtiya tirkiyê bigire. Em bi şehîdên xwe ve girêdayîne ji bo wê em tu carî dev ji ked û xebata wan bernadin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.