Jinên Um El-Kêf: Qutkirina ava Elok ji sûcên şer girantir e

  • 09:06 25 Tebax 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Li dijî dagirkerî, topbaran û kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, îro jî şêniyên gundê Um El-Kêf li ber tunebûna ave jî li ber xwe didin û dibêjin ku qutkirina ava stasyona Elok dikeve rêza sûcên şer. 
 
Dewleta tirk û çeteyên wê di 9'ê cotmeha 2019'an de dest bi êrîşa xwe ya berfireh li dijî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Paşê hevpeymana ku di navbera Tirkiyê- Emerîka di 17'ê cotmeha 2019'an û hevpeymana Soçî di 22'yê heman salê navbera Rûsiya-Tirkiyê de, agirbestek hate ragihandin û Hêzên QSD'ê 32 km paşve kişiyan. Lê dewleta tirk û çeteyên wê 10 meh zêdetir ruxmî hebûna Rûsiya û Emerîka jî agirbestê têk dibin. Dewleta tirk dîsa ava stasyona Elok da ye qutkirin, şêniyên gundê Um EL-Kêf a girêdayî navçeya Til Temirê û bi xwe rastî gule û topbarana dewleta tirk tê, zehmetiyan dikşînin parvekirin.
 
'Qutkirina ava Elok ji sûcên şer girantire'
 
Ayşe Îsmaîl got ku 15 roj in av li ser wan hatiye qutkirin û wiha got: "Em pir zehmetiyan dikşînin. Ava şêrîn tune ku em pê qirika xwe şil bikin. Ava ku em vexwin, cilê xwe pê bişon û pêwîstiyên malê pêk bînin tune ye. Lawirên me jî tîne. Bîrên me hene, lê ava wê ji vexwarinê re nabe, ji ber ku tehle û ji bo tendrustiyê jî ne başe. Em ava bîrê vedixwin, nexweşiyan bi me re çêdike. Çêlek û pezê me diçin ji çemê Xabûr avê vedixwin, lê êdî ew jî roj bi roj dimiçiqe. Qutkirina ava Elok ji sûcên şer girantire."
 
'Ne av ne jî lepik û rûpoş hene ku em xwe biparêzin'
 
Fatma Casim jî nêrîna xwe ji nebûna avê wiha parvekir: "Ji ber pirsgirêka avê, ez nikarim baxçeyê xwe çêkim. Rewşa me pir zehmet dibe. Ne lepik û ne jî rûpoşê me hene ku em xwe ji korona biparêzin, ya sereke jî av tune ye. Eger av hebe em ê xwe biparêzin û li tenduristiya xwe jî miqatebin."
 
'Av tunebe nabe' 
 
Zehra Meter jî diyar kir ku ew çend roj bûye ava wan qut bûye û wiha got: "Ava şêrîn çend roj in qut bûye û em ji erebeyên avan daxwaz dikin ku werin avê tijî bikin, lê ji ber ku em di xeta çephê de ne, nikarin. Derveyî ava tehil ti avê din cem me tune ye. Ji bo ku em cilê xwe bişon av pêwîst dike, lê ew jî tune ye. Ceyran nebê dibe, lê av tune be nabe, jiyan tê rawestandin.  Zarok û kesên temen mezin, kesên nexweş hene, eger ava şêrîn venexwin wê bi nexweşiyan re rû bi rû bimînin. Jiyana mirov hemî li ser avê ye. Pêwîste di şer de av nekeve bazaran  û tu hêz destê xwe navêjin avê. Me hember ewqase şer ber xwe da, îro jî em ê ber xwe bidin. Pêwîste av were berdan û êdî neyê qutkirin."