'Nameya Îpek Er ji bo me nexşerê ye'

  • 15:00 24 Tebax 2020
  • Rojane
ÊLIH - HDP'yî û TJA'yî çûn serdana malbata Îpek Er a ku bi tecawiza çawîşê pispar Musa Orhan re rûbir û ma û piştî hewldana întîxarê li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Di serdana hat kirin de parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca diyar kir ku nameya Îpekê ji wan re hiştiye nexşerê ye. 
 
Li navçeya Qubînê ya Êlihê çawîşê pispor Musa Orhan jina ciwan Îpek Er (18) bi tecawizê re rûbirû hiştibû, îpekê piştî bûyerê hewl dabû întîxar bike û rakiribûn nexweşxaneyê. Îpekê piştî bi 34 rojan li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî ku îpekê jiyana xwe ji dest da serdanên sersaxiyê û piştevaniya ji bo malbatê ya gel berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê û Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamentera HDP'ê ya Êlihê Felek Nas Ûca çûn serdana malbata Îpekê û ji malbatê re sersaxî xwestin. 
 
Di serdanê de parlamenter Feleknas Uca axivî û got: "Bi piştevaniya jinan û a gel li ser medya civakî bersûc hat girtin. Em ê şopdarên doza Îpekê bin û em malbatê tenê nahêlin.
 
'Ez dest ji dozê bernadim'
 
Dayika Îpekê Hakîme jî da zanîn ku mafê tu kesî yê tecawizî zarokên wan bikin tune ye û got: "Dilê min diêşe ez êdî nema dikarim xwe bigirim. Ez li ku binêrim rûyê keça xwe dibînim. Canê xwedê daye mafê çawîşekî pispor tune ye bistîne. Heta ku sax bim ezê podara vê dozê bim."
 
'Ez edaletê dixwazim'
 
Hakîme diyar kir ku wan wêneyê bersûc li her derê nîşan da lê vê têrê nekir û wiha dawî li axaftina xwe anî. Keça min ji mehekê zêdetir di nexweşxaneyê de ma û jiyana xwe ji dest da. Çidibe bila bibe ez dev ji vê dozê bernadim."