Akademîsyên navdar ji bo azadiya Zarayê bang li Îranê kirin

  • 14:53 24 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zara Muhammedî ji ber ku dersa kurdî dida ji hêla dadgeha Îranê ve 10 sal ceza hat dayîn, gelek akademîsyenên navdar ên cîhanî bertek nîşanî biryara Îranê dan û daxwaza serbest berdana Zarayê kirin. 
 
Zara Muhammedî li rojhilatê Kurdistanê li Komeleya Çand û Civakê ya Nûjîn e ji ber ku dersa kurdî dida ji hêla 1'emîn Dadgeha Şoreşê ya Îranê vê bi hinceta ku 'Netewbûnê tehdît dike" di 14'ê tîrmeha 2020'an de 10 sal ceza hat dayîn. Bertek û nezarîbûnên li hemberî girtîn û cezadayînê didomin. 
 
Gelek akademîsyenên navdar ên cîhanî bertek nîşanî cezayê girtinê da û wiha gotin: "Divê Îran dev jî cudakariya ziman berde û demildest jî Zara serbest bihêle. Biryara ku ji bo Zara hatî dayîn ne li gorî Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ye. Em biryara dadgeha Îranê şermezar dikin. Em daxwaza serbest berdana Zarayê dikin."