Li Rûsyayê tundiya li hemberî jinê hat şermezarkirin

  • 13:32 24 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekî tundiya li hemberî jînê û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Jinên kurd ên li Rûsyayê, li dijî tundiya li hemberî jinê çalakiyên xwe berdewam dikin. Bi vê armancê li navçeyên Krasnokût û Yerşov ên bajarê Saratovê yê Rûsyayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de piştgirî ji Peymana Stenbolê re hat dayin û destavêtina li jinan a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat şermezar kirin.
 
Li navçeya Krasokût a Saratovê, kurd li gundê Rûdnyayê li hev kom bûn û tundiya li hemberî jinê şermezar kirin. Endamên Meclîsa Jinan Zero Şamoyan û Fatma Kadîrova daxuyanî dan û bal kişand ser zêdebûna bûyerên tundî û destavêtina li jinan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev êrişên li hemberî jinan nîşan dide ku qebûlkirina Peymana Stenbolê çiqasî rast e.
 
Daxuyaniyeke din jî li gundê Perekopnoe yê navçeya Yerşovê ya bajarê Saratovê hate dayin. Fîncan Yûsûova bi navê Meclîsa Jinan daxuyanî da û diyar kir ku kuştina jinan, destdirêjî û destavêtina li jinan gihîştiye asteke metirsîdar. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rabûna rêveberiya Tirkiyeyê li ber Peymana Stenbolê tê wateya pejirandina bûyerên tundiyê yên li dijî jinan.
 
Di çalakiyê de jinan bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hat bibîrxistin ku heta Abdullah Ocalan azad nebe wê tundî bi her awayî dewam dike. Jinan diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên Rojhhilata Navîn bi azadiya Ocalan dibe û ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin.