Yekîtiya Jina Azad li dijî kuştina jinan daxuyanî da

  • 11:49 24 Tebax 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê li dijî, tundî, kuştin û tecawiza li hemberî jinê daxuyaniyek da û gotin: "Banga me ji bo Rexistinên Jinan û Rêxistinên mafên mirovan heye ku rê li ber van kiryaran bigirin." 
 
Bi armanca şermezarkirina kiryar û komkujiyên li hemberî jinan de, Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê helwesta xwe li dijî van kiryaran nîşan da û bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê Fafînê Kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan ji jinên hemû pêkhateyan hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jina Azad Fatme Cimo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû: “Di hemû şerên ku li tevahî cîhanê rû didin, jin dibe qurbaniya van şeran. Di şerê aloziya li Sûriyeyê jî dîsa ya herî zêde rastî êş, komkujî, zilm û zoriyê hatiye dîsa jin e.  Bi dagirkeriya dewleta tirk ji hin herêmên Sûriyeyê re kiryar û komkujiyên ku di derheqê jinan de pêk tên zêde bûne. Jin bi şîdet, kuştin û tecawizê re rûbirû dimînin.
 
Li hemû herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê şêwazê tundiya ser jinê bi yek rengê tê kirin. Ev kiryar hemû li dijî hevpeymanên dewletên navnetewî ne jî, lê tu kes ji bo tirkiyê dengê xwe nakê. Em wek Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê kiryarên dewleta tirk derheqê jinan de şermezar dikin.  Banga me ji bo Rêxistinên Jinan û Rêxistnên mafê mirovan heye ku rê li ber van binpêkirinan bê girtin. Divê jin bibin xwedî parastin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.