‘Qetîlkirina jinan sûc e divê kujer bên cezakirin’

  • 09:03 24 Tebax 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Li dijî qetîlkirin û întîxara jinan li Herêma Firatê têkoşîneke mezin tê dayîn, jina bi navê Bediya Mihemed diyar kir ku qetilkirina jinan sûc e û divê hesab ji kujeran were xwestin. Herwiha Miftiyê Kombanê Mele Mahmûd Osman jî diyar kir ku di Ola Îsmalmê de jî jin wekî nîvê civakê tê dîtin û herdû zayend hev tamam dikin.
 
Li gor Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên li Herêma Firatê hat diyarkirin ku di sala 2020`an de, 3 jinan dawî li jiyana xwe anîne, 3 jî hatine qetîlkirin û 8 jinan jî  hewil dane ku dawî li jiyana xwe bînin. Di civaka ku mêr lê serdest e zextên li ser jinan bi dawî nabin û roj namêne ku jin bi tundiyê anî jî bi qetilkirinê re rûbirû nemînin. Di civakên bi vî rengî de qetilkirina jinan êdî bûye ji rêzê û roj namîne ku jinek neyê qetilkirin an jî ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest nede. Herwiha gelek jin jî ji ber zextên civak li ser wan dimeşîne bi rêya întîxarê dawî li jiyana xwe tînin û yên ku naynin jî jiyan li wan dibe dojeh.  Ev yek ji bo pêşketina civakan jî xeteriyeke mezin bi xwe re tîne û nahêle ku cvak pêş bikevin.   Di vê çarçoveyê de jina bi navê Bediya Mihmed û Miftiyê Kobanê Mele Mehmûd Osman ji me re nirxandin kirin.
 
`Hertim ji jinan hesab tê xwestin`
 
Bediya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya civaka mêr ku dibe sedema kuştina jinan û wiha pê de çû: "Kobanê di warê kevneşopiyên civakî de gelek paşve rû bû.  Lê piştî şoreşa Rojava di nava civakê de gelek tişt hatin guhertin û vê bandor li ser nêrîna civakê ya li jinê jî kir. Ev guhertin piştî ku jin di warê jiyana xwe de bûn xwedî nêrîn û xwedî helwest pêk hat. Dema beriya şoreşê jin ji malê gelek kêm derdiketin. Lê niha jin dixebitin û ji bo civakê xizmetê dikin. Li gor min heger jin bi zext û zordariyê re rûbirû nemîne, dawî li jiyana xwe nayne. Di nava civakên paşverû de ji gelek bûyeran jin berpirs tên dîtin û hesab ji wan tê xwestin. Ev ji ber hişmendiya mêrê serdest ku hertim xwe hêza herî mezin û desthilatdar nîşan dide ye."
 
`Divê kesên kûjer bên cezakirin`
 
Di domandina axaftina xwe de Bediyayê  wiha got: "Jin dibin qurbana hişmendiya mêrê serdest. Tu kes piştgiriya jinan nake. Ger ku hesab ji kujer bê xwestin, wê demê tu mirov cesaret nake ku bûyerên bi vî rengî pêk bîne, jinan qetil bike û bibe sedema mirina wan. Lê ger ku rewş wiha berdewam bike, wê qetilkirina jinan û zextên li ser wan berdewam bikin. Divê kesên kujer bên cezakirin." 
 
`Neçarî întîxarê nebin`
 
Bediya Mihemed bang li jinan kir ku bi rêbazên rast pirsgirêkên xwe çareser bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dema ku jin xwe biparêzin, xwe zane bikin û hêza xwe komî ser hev bikin wê hemû zahmetiyan derbas bikin. Bila jin xwe neçarî întîxarê nebînin. Berovajî  wê bila têkoşînê bdin, serî hildin û bendên koletiyê bişkînin.  Herwiha divê ku malbat jî alîkariyê bide jinan û li şûna ku wan çavtirsandî bikin bila hêzê bidin wan." 
 
`Qetîlkirina û zordardestiya li jinan li dijî pîvanên olî ye`
 
Miftiyê Kobanê Mele Mehmûd Osman  jî nêrîna xwe di derbarê mijarê de anî ziman û got: "Di pirtûka pîroz de hatiye gotin ku dawîlêanîna jiyana mirovan sûc e. Di ola Îslamê de  jî jin weke nîvê civakê tê binavkirin.  Her wiha herdu zayend hev temam dikin. Dema ku du kes biryara berdewamkirina jiyana xwe bi hev re bidin, wê demê di avakirina malbatê de rol û misyonên herduyan jî  pêwist e wekhev bIN. Mafê tu aliyekî  tune ye ku desthilatdarî û zordestiya xwe bide ferzkirin. Lê di giştî Rojhilata Navîn de mêr mafê jinan ê jiyanê binpê dikin. Ev nêzkatî li dijî pîvanên Îslamê ne jî. Kevneşopiyên paşverû û zayendperest ku temenê wan dirêje heta roja îro bi rêya civaka mêr li ser jinan pêk hatine."
 
Sibe: Li hemberî hişmendiya mêr- dewletê pêwîste jin biherikin qadan