ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'Î

  • 09:00 24 Tebax 2020
  • Rojev
*Hevseroka Midûriyeta Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed teqez kir ku dê di demek nêz de av bighêje bajarê Hesekê û got: " Heta niha di çarçoveya projeya  Stasyona Hemedê de 25 bîr hatin aktîfkirin." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Bîroya Jinê ya Şaredariya Bajarê Dêrikê Ayşe Izedîn li ser kampanya duyem a ji bo çêkirina rûpoşan got: "Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li hemû bajaran, me dest bi kampanyaya duyem a çêkirina rûpoşan kir, em ji bo hemû alîkariyan em amade ne û bi biryarên Rêveberiya Xweser em ê vîrusê têk bibin." DÎMEN HEYE
 
*Li dijî qetîlkirin û întîxara jinan li Herêma Firatê, jina bi navê Bediya Mihemed diyar kir ku qetilkirina jinan sûc e û divê hesab ji kujeran were xwestin. Bediyayê diyar kir ku beriya Şoreşa Rojav  zextên mezin li ser jinan hebûn lê piştî şoreşê ev rewş diguhere û îro jin li qadan têkoşînê didin û li dijî zextan serî radikin. DÎMEN HEYE
 
*Serlêdanên ji bo perwerdeya li Akademiya Ma Muzîkê ku beşa Dengbêjî û Zarokan jî di nav de cih digirin dest pê kirin. Mamosteya piyanoyê ya Ma Muzîkê Sarya Ertaş diyar kir ku ew dersen xwe di çarçoveya tevdîrên koronayê de berdewam 
 biki. DÎMEN HEYE
 
*Bîrgul Varlier û Sedef Kayaoglu yên li Pilûrê bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibin gelek ji baxçe û sewalên xwe hez dikin. Bîrgul ku dema dixwaze bîhna xwe bide diçe tenişka Munzurê û wiha dibêje: “Li vir her der yê te ye û tu azadî.” Jinên bi xwezayê re dijîn ji sewalên xwe û bîstanên xwe hez dikin û kedê didin. DÎMEN HEYE
 
*Rozerîn Ozçelîk bi lêv kir ku krîza aborî bandoreke mezin li ser esnafan kiriye û got bi dayika xwe re li Sûrê bakal vekiriye û wiha pê de çû: “Tevî hemû zor û zehmetiyan em hewl didin têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE