Kongreya Star qetilkirina jinan şermezarkir

  • 16:51 23 Tebax 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan û binpêkirinên mafên wan şermezar kir.
 
Di rojên dawî de pinpêkirina mafên jinan, tecewîzkirin û pêkanînên li dijî wan her ku diçe zêde dibin. Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ev kiryarên dermirovî yên li dijî jinan bi daxuyaniyê li kampa Serdemê ya Şehbayê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de endamên Kongreya Star û jinên ku cihê xwe di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de digirin amade bûn. Daxuyaniyê ku alên Kongreya Star tê de hatin hatin hildan, ji aliyê Endama Kongreya Star a herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta tirk siyaseta xwe li ser esasê yek netew û yek ziman dimeşîne, lewma siyaseta qirkirin û înkarê li ser netewên din dimeşîne. Ji bo berdewamiya siyaseta qirkirinê li ser kurdan hemû rê û rêbazan bi kar tîne. Her wiha heman rêbazên qirêj li dijî jinan pêk tîne ku ev derket asta ku mêrên êrkdarên dewletê li dijî jinan destdirêjiyê pêk bînin. Bûyera ku herî dawî li herêma Êlihê li dijî Îpek E. pêk hat û Çawûşê Pispor ê bi navê Mûsa Orhan tecawizî wê kir ku di encamê de Îpekê hewl da întîxar bike û jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer bû sedema ku gel rabe ser piyan û hêrsek mezin li hember van kiryarên hikumeta AKP’ê nîşan bide. Bêdengiya dewleta tirk jî xuya dike ku di van kiryarên dermirovî  de hevkar e. Ew jî domandina pilanê ku vîna jina azad armanc digire. Ji ber ku jin parastina çand, ziman û nasnameya xwe dikin.
 
Li herêmên dagirkirî jî heman rêbaz kiriye dewrê 
 
Her wiha heman şêwaza tundiyê û binpêkirina mafên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine dagirkirin tê meşandin. Li Efrîna dagirkirî di van rojên dawî de 3 jin ji malbetekê hatin revandin.  
Li ser navê jinên herêma Efrînê û Rêxistina Kongreya Star em van kiryaran û binpêkirinên mafên jinan herwiha pêkanînê li dijî gelên me tên kirin bi tundî şermezar dikin. Em  bang li netewên yekbûyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî û bi taybet rêxistinên jinan dikin ku bi erka xwe rabin û li dijî van pêkanînên dijmirovî dengê xwe bilind bikin. Herwiha em daxwaza aşkerakirina kiriyaran û dadgehkirina wan di dadgehên gel de dikin."
 
Daxuyanî bi diruşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.