Ji Kongreya Star panela li ser onlaynê

  • 16:19 23 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Dîplomasiyê ya Kongreya Star, bi tevlibûna gelek jinên ji Rojhilata Navîn panel li dar xist.
 
 Buroya Dîplomasiyê ya Kongreya Star, bi tevlibûna gelek jinên ji Rojhilata Navîn panel li dar xist. Panel bi sernavê "Artêşa faşît a tirk û siyaseta qirkirina jinê" hat lidarxistin. Panel bi tevlibûna endamên Kongreya Star, Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso û bi tevlibûna gelek jinên ji Rojhilata Navîn ên akademîsyen, aktîvîst û siyasetmedar hat lidarixistin.
 
Endama Kongreya Star Zeyneb Mihemed, diyar kir ku kesên tevli panelê bûne, bal kişandin ser rewşa jinên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û hevalbendên wê de.