Meclisa Hesekê karavanên nan li taxan bi cih kirin

  • 12:38 23 Tebax 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Meclisa Bajarê Hesekê ji bo ku alîkariya şêniyên bajêr bike 7 karavanên nan li taxên bajêr bi cih kirin.
 
Bi armanca sivik kirina kar û barê nanpêjan û alîkariya bi şêniyên bajêr re ji bo ku nan bighêje tevahî şêniyên bajêr, Meclisa Bajarê Hesekê û Şaredariya Gel a Bajêr 7 karavanên nan li taxa Miftî, Salihiyê û Dahiyê bi cih kirin. Têkildarî vê Mijarê Hevseroka Meclisa Bajarê Hesekê Şêrîn Saroxan diyar kir ku armanc ji bicihkirina van karavanan ew e ku bi rehetî nan bighêje destê hemû şeniyên bajêr. 
 
Şêrînê anî ziman ku ku ji bo bajarê Hesekê 30 karavan xwestine û her hefteyê dê 7 karavan bighêjin destên wan,dê van karvanan  û wiha berdewam kir: "Ev demeke ku şêniyên hesekê ji nepeydakirina nan bi gazinc bûn. Ji bo ku em jî bi wan re bibin alîkar me wekî Meclisa Bajarê Hesekê det bi projeyeke bi vî rengî kir û em rê li ber pirsgirêka nepeydakirina nan bigirin.  Piştî ku em bicihkirina karvanan bi dawî bikin em ê dan û standina xwe bi komunan re çêbikin û wê ew jî ji bo her malekê kartekê amade bikin û bidin wan. Li gorî wê her kesê ku karta xwe bîne wê li gorî pêdiviyên xwe nan bigire."