'Kuştina jinan kuştina civakiyê ye'

  • 09:05 23 Tebax 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Divê jin li dijî her cureyên desthilatdariyê, hişmendiya jiyana azad û wekhev ava bike, bibe sembola jiyana azad. 
 
Zîhniyeta serdest û zayendperest jinê weke dijminê xwe dibîne. Civakê jî jin xistiye di çarçoveyeke teng de. Jin her roj bi qetîlkirinê re rûbirû dimînin. Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jî li bajarê Kobanê di encama zîhniyeta serdest a civaka ku bi urfên kevnar re girêdayiye, bûyerên kuştina jinan zêde bûne. Gelek caran jin ji ber dersthilatdariya mêrên li malê dawî li jiyana xwe jî tînin. Hişmendiya pergala serdest a mêr dibe sedema kuştin û xwekuştina jinê. 
 
Li gor lêkolînên zanyarî ji sedî 80'ê jin ji hêla mêran ve tên kuştin. Zîhniyeta mêr bi armanca kolekirin û parçekirin vîna jinê êrîşê jinan dike. Divê mirov rûmet, rastebêjî, dilpakî, exlaq û hemû nirxên ku hevdu temam bikin di hundirê xwe de ava bike. Her wiha malbata ku li ser bingeha nezanbûnê tê avakirin, jinê jî ji rastiyê dûr dixe. 
 
Hevpeymana Stenbolê nayê pratîzekirin 
 
Di 11'ê hezîrana 2011'an de Endamên Meclîsa Ewropayê li Stenbolê li dijî şîdeta li hemberî jinê hevpeymanek îmze kirin. Tirkiyê yekemîn dewlet bû ku hevpeyman erê kir. Piştî demekê 46 dewletan piştgiriya xwe bi vê hevpeymanê re anîn ziman. Hevpeyman ku di 1'ê tebaxa 2014’an de hat erêkirin ji 81 xalan pêk tê. Ev 81 xal di nava xwe de dibin 12 beş. Hinek xalên bingehîn yên vê hevpeymanê wiha ne: parastin, piştgiriya mexdûran û cezakirina sûcdaran. 
 
Hevpeymana ji bo parastina mafê jinan ku ji aliyê 46 dewletan de hatiye îmzakirin, lê ji ber ku dewletên ku ev hevpeyman îmzekirî heman hişmendiya baviksalar û dijimintiya jinan dikin. Ji ber wê jî hevpeyman bi tû awayê nayê pêkanîn. Qatîl, tecawîzkar û dijiminên jinan li kolanan bi rengekî serbest dijîn. Divê jin bi zanisteke xurt li dijî vê yekê derbikevin.
 
An tên kuştin û yan jî dawî li jiyana xwe tînin
 
Têgehên namûs û şerfê di civakê de tenê bi beden û pîvanên jinan ve hatine girêdan. Ev nêzîkatî bandoreke mezin li ser jinan çêdike û gelek jin jî dibin qurbaniya vê nêrînan. Lê heke mirov rastiya wê baş fêm bike şeref tê wateya xwedî li derketina ax û welat e. Di heman demê de jin ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tên kuştin, revandin û bi tecawizê re rûbirû dimînin. Jin yan bi destên mêran tên kuştin, an jî ji ber hişmendiya mêran dawî li jiyana xwe tînin.
 
Roj bi roj rêjeya kuştin û xwekuştina jinan zêdetir dibe
 
Têgehên şeref û namûs ji hêla hişmendiya mêran ve ji cewhera xwe hatiye derxistin û li ser kesayeta jinê hatiye ferzkirin. Li cîhanê jî bi hezaran jin bi hinceta namûs û şerefê tên kuştin. Bi vê yekê jî rêjeya kuştina jinan roj bi roj zêde dibe. Ji ber ku rê li pêşiya vê hişmendiyê vekiriye. Bi rehetî jin tên kuştin an jî dawî li jiyana xwe tînin. Li tevahiya cîhanê jin betir kedê didin lê îro çavkaniya jiyanê tê kuştin û civak ber bi xetereyê ve diçe.
 
Ji bo jiyaneke bi ewle hevjiyana azad
 
Li beramberî hemû êrîşan pêwiste jin bi hêz û hişmendiya jiyana azad û wekhev tevbigere. Li dijî her cureyên desthilatdariyê hişmendiya jiyana azad bide avakirin. Li şûna xwekuştinê îrade divê li pêş be. Da ku jin bibe sembola jiyana azad.
 
*Em ê sibêhê 'Kuştina jinan kuştina civakiyê ye' beşa xwe ya 2'yem a bi sernavê 'Qetîlkirina jinan sûc e, pêwist e kujer bên cezakirin’ nêrînên Bediya Mihmed û Miftiyê Kobanê Mele Mehmûd Osman bînin ziman.