ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'Î

  • 09:00 23 Tebax 2020
  • Rojev
*Gulnaz, Şehbaz û Mehmûd Mihemed ku her sê zarok ji malbatekê ne, di dema qedexeya derketina derve de demên xwe bi pêşxistina fêrbûna amûrên mûzîkê derbas dikin û dibêjin: “Malbata me hêzê dide me ku em di ware çandê xwe xwe pêşbixin.”  BI DÎMEN 
 
* Jinên ji Eşîra El-On li dijî hewildanên avakirina nakokiyên di navbera hêzên QSD'ê û gel de wiha gotin: "Em rastiya şervanên xwe yên QSD'ê baş nasdikin. Heza QSD'ê bi tevlîbûna zarokên me ava bûye. Ew parastina me dikin. Ji ber vê em nayên xapandin." BI DÎMEN 
 
*Meryem Yaqûb a 75 salî niha dest bi amadekariyên zivistanê dike û dibêjê: "Kesên temen mezin yên wekî min jiyana wan li gundan xweştire, jiyana me li derveyî welat nabe. Dil û wîjdanê min ranake ku ez dev ji erdê xwe berdim û herim." BI DÎMEN 
 
*Eydê Ozkan 72 salî ye û ji zaroktiya xwe heta îro dengbêjî kiriye û hest û ramanê xwe bi kilaman aniye ziman. Aydê, da zanîn ku divê kurd xwedî li çanda xwe derkeve. BI DÎMEN 
 
* Divê jin li dijî her cureyên desthilatdariyê, hişmendiya jiyana azad û wekhev ava bike, bibe sembola jiyana azad.