'Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan'

  • 15:07 22 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê vê heftê bal kişand ser rewşa Tenzîle Acar û gotin: "Em dixwazin demildest Tenzîle û girtiyên din ên nexweş bên dermankirin û bên berdan." 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 439’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ser medya civakî li dar xist. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar a li Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê. Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn daxuyanî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şewba vîrûsa koronayê her ku diçe xetereyê ji bo girtiyan jî zêde dike, pêketî li girtîgehan zêde bûne û ji şewbê girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê werbigirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyan û girtiyan terkî mirinê kirine. Rewşa tenduristiya girtiya nexweş Tenzîle Acar xetere ye. Tenzîle, ji 2017’an ve girtî ye û nexweşîna Hepatît B pê re heye. Ji bo tedawîkirina Tenzîleyê tu tiştên pêwîst nehatiye kirin. Tedawîkirina dereng girtiyan dişîne mirinê. Tenzîle û gelek girtiyên din dermankirina bi kelemçekirî tê ferzkirin. Em dixwazin Tenzîle Acar demildest were berdan."