Jina ciwan a winda bûbû hat dîtin

  • 14:50 22 Tebax 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Gamze Aydin a ku 6 roj bûn li Qoserê agahî jê nedihat girtin, hat dîtin. 
 
Li taxa Sanayî ya navçeya Qosera Mêrdînê Gamze Aydin (19) a di 17’ê tebaxê de gotibû “diçim mala apê xwe” û pişt re agahî jê nehat wergirtin winda bûbû. Malbatê serlêdana windabûnê kir û li ser vê yekê xebatên dîtina Gamzeyê hat destpêkirin. Birayê Gamzeyê Ugur Aydin diyar kir ku polîs li wan geriyane û agahiya dîtina Gamzeyê dane. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya Gamzeyê baş e.