Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 602'yan de ye

  • 12:03 22 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Di hefteya 602’yemîn de Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê bi rêya medyaya civakî aqûbeta windayên xwe pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 602’yemîn de çalakiya “Bila Winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ser medyaya civakî bi belavkirina vîdeoyekê li dar xist. Vê hefteyê li aqûbeta Rêveberê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Êlihê ku di 10’ê tîrmeha 1993’yan de ji bo cixarê bistîne ji malê derket û carek din agahî jê nehat wergirtin hat pirsîn. 
 
Sekrtera Şaxa ÎHD’a Amedê Yuksel Aslan Acer daxuyanî xwend û qala serpêhatiya windakirina Aydin Ay kir.  Yuksel diyar kir ku Aydin Ay di 10’ê tîrmeha 1993’yan de saet li derdora 20.00-21.00’an ji mala xwe ya li taxa 19 Mayisê derketiye ku cixarê bikire û ji aliyê 4 kesên cilên sivîl yên nasnameya wan ne diyar ve bi darê zorê hatiye revandin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye wergirtin. 
 
Yuksel, anî ziman ku 27 sal in li gel hemû lêgerîn û hewldanên malbatê agahî ji Aydin nehatiye wergirtin û hemû serlêdanên hiqûqî û fermî bêbersiv û bêencam mane.