'Ez qebûl nakim ku axa welatê min bê dagirkirin'

  • 09:04 22 Tebax 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Dayika 2 şehîdan û hevjina Şehîd Mihemed Ayşe Gadro derbarê berxwedan û têkoşîna malbata xwe ji bo têkoşîna  azadiyê wiha got: "Ez bi şehadeta wan serbilind im, ez ê  têkoşîna wan dewam bikim û tucarî qebûl nakim ku axa welatê min were dagirkirin."
 
Pakrewan ji bo ku welatek azad ava bikin canê xwe feda dikin.  Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bi hezaran ciwan tevlî şoreşê bûn. Di oxira parastina axa welat de jiyana xwe ji dest dan. Dayikên qehreman yên ku zarokên xwe şandin şoreşê bi dilekî gerim li ser qehremaniya wan diaxivin. Mînaka wê jî dayika bi navê Ayşe Gedro ya ji gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cidirêsê ya Efrînê ye. Ayşe ya ku du zarokên wê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane,  pêre wan jî hevjînê wê li ser şopa zarokên xwe tevli têkoşîna azadiyê bûye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.  Ayşe Gedro derbarê qehremaniya malbata xwe de nirxandin kir. 
 
'Hezkirina welat di dilê Denîzê de zêde bû'
 
Ayşe di despêka axaftina xwe de qala têkoşîna keça xwe ya pakrewan Denîz kir û got: "Keça min Denîz jineke xwedî fikrek azad û dilnizm bû. Bi şoreşê re derbasî xwendina zimanê kurdî bû. Piştî du salan biryar da ku tevli têkoşîna azadiya Kurdistanê bibe. Ji ber ku di dilê wê de hezkirina welat gelek zêde bû.  Dema ku li Helebê xebat dikir çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin û di pevçûna ku derket de Denizê di 6'ê Hezîrana 2016'an de li taxa Şêx Meqsûd jiyana xwe ji dest da."
 
'Denîzê xwe herdem laîqê şehadetê didît'
 
Ayşe di dewama axaftina xwe de ser xeyalê Denîzê wiha axivî: "Denîz hertim xwe laiqê şehadetê didît, lewma her qal dikir ku wê rojeke ew jî navê wê di dîroka qehremaniya jin de derbas bibe. Xeyalên wê veguherî rastiyê. Şehadeta wê hindekî bi min zor bû, lê şuna şînê min hertim têkoşîna wê danî ber çavê xwe û wisa pêre serbilind bûm."
 
'Rohenda lêgera azadiyê bû'
 
Ayşe di dirêjahiya axaftina xwe de behsa keça xwe ya duyemîn Rohenda a ku tevlî nava refên pakrewanan bûye jî kir û got: "Rohenda xebatkareke çand û hunerê bû. Li kêleka wê jî perwerdeya xwe ya li dibistanê berdewam dikir. Di aliyê avakirina hevaltiyê de jineke xurt bû. Hevalên wê bi hezkirina wê re dihatin girêdan. Têkîliyên wê yên civakî pir xurt bûn. Dema ku xwîşka wê Denîz şehîd bû, vê bandor li ser wê jî kir. Rohenda bi rihê têkoşîna Denîzê tevlî nav refên şoreşê bû. Ew lêgera azadiyê bû û ji axa xwe hez dikir. Di dema êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Efrînê de Rohenda jiyana xwe ji dest da."
 
'Keça min û bavê xwe di heman rojê de şehîd bûn'
 
Ayşe behsa şehadeta Rohenda û bavê wê ya di heman rojê de jî wiha kir : "Di şerê Efrînê de Rohenda û bavê xwe bi hev re li dijî dagirkeriya dewleta tirk têdikoşiyan. Roja beriya şahadetê Rohenda bi min re axivî û got ew ê berê xwe bide malê ji bo ku hin pêwistiyan ji xwe re bigire. Lê balafira dewleta tirk li ber deriya malê Rohenda şehîd xist. Di heman demê de bavê Rohenda di êniyên şer de bi şervanên YPG'ê re di encama êrîşekê de di heman rojê de şehîd bû. Di rojekê de min ji malbata xwe dukes winda kirin."   
 
'42 rojan cenazeyê hevjînê min li ser rê ma'
 
Ayşe herî dawî qala şehadeta hevjînê xwe Mihemed Gedro kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cenazeyê hevjînê min ketibû destê çeteyan û pir îşkence lê hatibû kirin. Bi rêya dîmenekî çeteyan îşkenceya ku lê kiribûn belav kirin. Piştî îşkenceyê cenazeyê wî avêtin kêleka rêyekê û qedexe bû ku tu kes biçe wî cenazeyî rabike. 42 rojan cenazeyê hevjînê min li ser rê ma. Ev yek ji bo min êşeke mezin bû.  Lê dema ku ji min re hat gotin heta deqeya dawî li hember çeteyan têkoşîn daye ez gelek kêfxweş bûm. Ez bi şehadeta wan serbilind im. Ez ê têkoşîna wan bidomînim û tucarî qebûl nakim ku axa welatê min were dagirkirin."