'Çandinî aboriyê geş dike û barê malbatan sivik dike'

  • 09:01 22 Tebax 2020
  • Rojane
 
 
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Edla Tahir li hember belavbûna vîrûsa koronayê tedbîrên xwe digre û li dijî krîza aboriyê jî alternatîfên xwe ava kiriye. Edla çandiniyê dike, nanê xwe dipêje û pezê xwe xwedî dike û tedbîrên ku girtine hewceyê derketana wê ya derve nake. 
 
Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku li ser tevahî cîhanê bûye xetere, roj bi roj bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dide. Bi belavbûna vîrûsê re li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser biryara qedexeya derketinê carekdin dirêj kiribû. Vê rewşê bandoreke mezin ser aboriyê kir. Aboriya hinek malbatan ji ber ku karê wan rojane ye, kêm bûye. 
 
Hinek malbat û jin hene ku heta astekê dikarîn rê li ber vê krîzê bi çandiniyê bigirin. Edla Tahir a 65 salî ji navçeya Til Temirê ye. Ev zêdetirî 50 sal in bi çandiniyê re mijûl dibe. Edla derbarê malê û tedbîrên xwe yên hember koronayê de ji ajansa me re axivî. 
 
'Pêwistiyên mala min, ji berhemê baxçeyê min e'
 
Edla di destpêkê de ser tedbîrên xwe li hember vîrûsê axivî û wiha got: "Li dijî vîrûsê ez her bi tedbîr tevdigerim. Her tim ez lepik û rûpoşan bikartînim. Ev 50 sal zêdetir bi çandiniyê re mijûl dibim, ji ber wê jî hemû zebze û fêkiyên min jî li malê ne. Ji ber ku ez pez jî xwedî dikim, şîr, mast, penêr û dew ji mala min kêm nabin.  Pê debara xwe jî dikim." 
 
'Ez xwe ji vîrûsê diparêzim' 
 
Edla da zanîn ku dema nanê firinê tune be ew nan li malê dipêjim û wiha pêde çû: "Demê ku nanê firinê tune be, ez li malê nan dipêjim. Tedbîrên min ji bo mayina li malê hene û hemû erzaqên min li malê ne. Bi vî rengî ez dernakevin dervê û ez li malê xwe li dijî vîrûsê jî diparêzim. Temenê min mezin e û vîrûs ji bo min ne baş e, ji bo wê heta ji destê min tê ez xwe diparêzim."
 
'Çandinî aboriyê geş dike û barê malbatan sivik dike' 
 
Edla bal kişand ser girîngiya çandiniyê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Axa me axekî dewlemende û Ava şêrîn a bîran jî li ser erdê me heye. Her kes li ser erdê xwe sebze, fêkî, dar û gulan biçîne. Çandinî aboriyê geş dike û barê malbatan sivik dike."
 
'Xemsar nêzî tedbîran nebin
 
Edla girîngiya parastina xwe ji vîrûsê anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Vîrûs nexweşiyeke ku dewletên mezin hember wê hildiweşin. Pêwist e gelê me jî vê nexweşiyê paşguh neke û bi xemsarî nêz nebe. Ji bo ku em demên pêş de poşman nebin, em biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin û xwe biparêzin."