Egîtîm-Sen: Dixwazin bi girtinan me ji têkoşînê dûr bixin
- 16:46 21 Tebax 2020
- Rojane
ENQERE - Derbarê girtina sekreterya xwe ya jinan Derya Yûlcû û endamê xwe Saîm Atilgan de Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Feray Aytekîn daxuyanî da û got: “Em ê têkoşîna xwe ya wekheviyê, azadî û demokrasiyê bi bîr û baweriyek mezin dewam bikin. Girtina hevalên me ne hiqûqiye.”
Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistê (Egîtîm-Sen) Feray Aytekîn, derbarê girtina Sekretera xwe ya Jinan Derya Yûlcû û endamê xwe Saîm Atilgan de, li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Feray, diyar kir ku girtina hevalên wan ne hiqûqiye û xwest hevalên wan Derya û Saîm tavilê bên berdan.
Feay, da zanîn ku desthilatdarî ji têkoşîna wan acize û wiha got: “Dixwazin bi girtinan, me ji têkoşîna me dûr bixin. Lê em ê teslîm nebin. Em ê têkoşîna xwe ya wekheviyê, azadî û demokrasiyê bi bîr û baweriyek mezin dewam bikin. Girtina hevalên me ne hiqûqiye û divê tavilê bên berdan.”