Semra Guzel: Li Amedê 7 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin

  • 16:37 21 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Rapora 7 mehên 2020’an a şîdeta li hemberî jinan a li Amedê pêk hatî hat aşkerakirin û hat diyar kirin ku 7 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û mirina 9 jinan jî bi guman e. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel rapora 7 mehên 2020’an a şîdet û kuştina jinan ên li Amedê bi raporekê bi raya giştî re parve kir. Derbarê raporê de li avahiya HDP'ê ya Amedê civînek hat lidarxistin. 
 
Di civînê de Semra diyar kir ku li gorî daneyên şîdeta li hemberî jinê zêde bû ne û li Tirkiyê di 7 mehên sala 2020’an de 155 jin ji aliyê mêran ve hatiye kuştin û 85 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Semra destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de tundiya li ser jinan zêde bûye û piştî Guhertina Qanûna Înfazê ket meriyetê û girtiyên kiryaran kiribûn hatin berdan şîdet û kuştinê dewam kirin û guhertina qanûnê tesîrek neyînî li ser jin û zarokan kiriye. 
 
'Destkeftiyên jinan hedef tên girtin'
 
Semra, da zanîn ku li Amedê li gorî salên borî kuştina jinan zêde bûye û du mêr bi guhertina Qanûna Înfazê hatine berdan li Amedê 2 jin kuştine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîtîkayên qeyûm ji bo jinana qadên jiyanê nas nake û di 7 mehên salê de 4 qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin û 4 hevşaredarên wan ên jin ji wezîfeyê hatine girtin. Qeyûm destkeftiyên jinan dike hedef û ev polîtîkaya jinan bi hepskirina malê re rûbirû dihêle û şîdetê dike." 
 
'Bi îşkenceyê re rûbirû man'
 
Semra, destnîşan kir ku li cihek wek Amedê hevalên wan ên jin dixwazin şîdet û kuştinê rawestînin an tên girtin an jî saziyên wan tên lawazkirin û wiha got: "Dixwazin bi binçavkirin û girtinê têkoşîna jinan dabeş bikin û asteng bikin. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) di sala 2020’an de 21 jin dema hatine binçavkirin bi muameleyên xerab û îşkenceyê re rûbirû mane."
 
'Divê îradeya jinê bê nasîn'
 
Semra, diyar kir ku 7 mehên sala 2020’an de 7 jin bi tundiya mêran hatine qetilkirin û 9 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane û di meha tebaxê de jî 2 jin ji ber şîdeta mêr rakirine nexweşxaneyê û mêrek jî hewl daye ku hevjîna xwe ya 21 salî bikuje. Semra wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin her cûre zext, şîdet û êrişên li ser jinan werin bidawîkirin û divê îradeya jinan were nasîn û polîtîkayên ji bo jinan hin bêtir werin li pêşxistin."