Pervîn Buldan li Bazîdê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin

  • 14:54 21 Tebax 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di çarçoveya qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a partiya xwe de çû Bazîdê. Pervînê û heyeta pê re li ketina navçeyê bi coş hatin pêşwazîkirin.  
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Bazîd a Agiriyê dest bi yekemîn xebata xwe ya qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di çarçoveya bernameyê de çû navçeya Bazîdê û di ketina navçeyê de, ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.  Pervîn piştî lêxistina dahol û zirnê û gerandina guvendê, bi konvoya hatibû avakirin re ket navenda navçeyê. 
 
Gelê navçeyê Pervîn û heyeta pê re bi nîşaneyên serkeftinê û berzkirina dirûşman pêşwazî kir û pervîn jî gel silav kir. Pervîn li navenda navçeyê xîtabî girseya ji bo wê kom bibû kir û wiha axivî: “Bazîd ji bo HDP’ê navendek girînge. Gelê Bazîdê pir bi nirxe û gelek birûmet. Ji ber vê yekê me xwest, ji Bazîdê em dest bi bernameya têkoşîna xwe bikin. Ji bo vê pêşwazîkirina we, ez spasiya we dikim.” 
 
'Şêniyên Bazîdê ev tişt heq nekirine’
 
Pervînê, di axaftina xwe de bal kişan ser Hevşaredara Bazîdê Yildiz Acar a ji partiyê hatibû îxrackirin û wiha  got: “Em baş dizanin ku gelê me di vê mijarê  de xemgîn bûye. Şêniyên Bazîdê ev rewş heq nekirine. Lê wê kes nekaribe me aciz bike. Ev gel her tim li ser piya ye.” 
 
Piştî axaftina Pervînê, Şêniyên navçeyê ji bo hevdîtina li baxçeyê çayê ku wê pêk bihata hatin vexwedin. Piştre Pervîn û yên bi wê re dest bi serdana esnafan kirin.