Cenazeyê Newroz Alkaş piştî bi 3 mehan dan malbata wê

  • 14:52 21 Tebax 2020
  • Rojane
 
AMED - Cenazeyê Newroz Alkaş a HPG'yî ku di 7'ê Hezîranê de di pevçûna derket de jiyana xwe ji dest da piştî 3 mehan dan malbata wê .Cenazeyê Newrozê di bin dorpêça polîsan de li Amedê hat definkirin. 
 
 Malbata Newrozê, cenazeyê keça xwe Newroz Alkaş a HPG’yî ku li navçeya Pulura Dersîmê di 7’ê Hezîrana 2020’an de, di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, duh ji Goristana Meletiyê ya Bêkesan wergirt û anî Amedê. Fermandariya Cendermeyan a Dersîmê Malbata Newrozê, di 9’ê Hezîranê de agahdar kiribûn ku keça wan jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê yekê malbat di 10’ê Hezîranê de çûbû Meletiyê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê da ku ji bo testa DNA’yê xwînê bidin. Malbatê di heman rojê de li Saziya Tipa Edli ya Meletiyê ji bo testa DNA’yê xwîn da û dûre vegeriya bû Amedê. Rayedaran ji ber ku ji malbatê re gotibûn piştî 15 rojan wê encama DNA’yê derkeve, malbat piştî 15 rojan cardin diçe Meletiyê. Lê dozger ji malbatê re dibêj ‘xwîna we ji hev negirtiye’ û malbata li ser vê yekê paşve vedigere Amedê.
 
Bi rêya cenaze îşkence li malbatê kirin
 
Piştî 56 rojanan ku di 16’ê Tebaxê de rayedarên leşkerî cardin li malbatê geriyan ku biçin Meletiyê û cenazeyê keça xwe bigirin  Malbata li ser vê yekê diçe Meletiyê û bi dozger re hevdîtinê dike, lê katibê dozger ji malbatê re dibêje ‘dosya we hatiye girtin, divê tu biçî Dersîmê.’ Malbat ji wir berê xwe dide Dersîmê û serî li rayedarên eskerî dide. Wan jî berê malbatê da navçeya Pulurê ya Dersîmê. Malbatê li wir bi dozger re hevdîtin ki, piştî hevdîtinê dozger ji wan re got ‘encama DNA’yê diyar bûye, cenazeyê we ye hûn dikarin biçin ji Meletiyê bigirin.’ Pişt re di 19’ê Tebaxê de malbat dîsa çû Meletiyê, lê ji ber hinceta mesai xelasbûye rayedaran cenaze nedan malbatê. Malbata ji ber vê dîsa vedigere Amedê. Malbata Aktaş di 20’ê Tebaxê de dîsa diçe Meletiyê û cenazeyê keça xwe digire û tîne Amedê. Ji bo ku malbat bi şev bigihêje Amedê, rayedar cenazeyê Newrozêsaet 17.00’an de radestî malbatê kirin. Di rê de polis û leşker çend caran malbatê bi saetan  radiwestînin û kontrola GBT’yê dikin. Polîsan di heman demê de ji Meletiyê heta Amedê malbat şopandine.
 
Cenazeyê Newrozê di bin dorpêçê de defin kirin
 
Malbata Alkaş piştî pêkanînên wecîbeyên olî di bin dorpêça polîs û erebeyên zirxî de duh di saet 22.00’an de cenazeyê keça xwe li Goristana Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê spart axê.
 
Kesên nehiştin tu kes tevli merasîmê bibe
 
Rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek welatiyên xwestin beşdarî merasîma definkirinê bibin, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin û ji xeynî malbatê destûr nehat dayîn ku kes beşdarî merasîma cenaze bibin.