Aygul Dokû: Ger Gulistan di nava avê de nîne wê demê li ku ye?

  • 14:02 21 Tebax 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku derbarê bi dawî kirina lêgerînê de got: "Heke Gulîstan di nava avê de nîne wê demê li ku ye? Em çima cesedê wê nabînin? Divê rayedar wan pirsan bibersivînin. Em ê biçin ber derê meclîsê.”
 
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5'ê çileyê heta niha winda ye. Ji Gulîstan Doku  229 roj e agahî jê nayê girtin. Di 5'ê tebaxê de gola bendava Uzunçayirê hatibû valakirin. Lêgerîna di nava avê ya ku 13 roj domand, di 18’ê tebaxê de hatibû bidawîkirin.
 
‘Ger ku Gulîstan di nava avê de nebû , wê demê li ku ye’
 
Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku diyar kir ku heta Gulîstan neye dîtin wan li her cihê bigerin û got: “Xebatên lêgerîna di nava avê de hat bidawîkirin lê em Lêgerîna xwe bidawî nakin. Heta Gulîstan neye dîtin em ê li her cihê bigerin. Madem Gulîstan di nava avê nebû çima li wê geriyan, em çima li benda cesede man, çima tenê di nava avê geriyan û niha Gulîstan li ku ye? Em benda bersiva rayedaran in. Di bajêrek biçûk de çima jinek nayê dîtin? Heger tu tişt nebe em ê biçin ber derê meclîsê.”