Jinên Helebê ji bo Îpekê daketin qadan

  • 13:27 21 Tebax 2020
  • Rojane
HELEB - Rêxistina Kongreya Star a Helebê ji bo Îpekê daxuyaniyek da û wêneyên tecawîzkar şewitandin. Jinan di daxuyaniyê de gotin: "Em ê tola Îpekê hilînin û em bêdeng namînin."  
 
Li bajarê Êlihê Îpek E. ji aliyê çawişê pispor ê bi navê Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma. Di 16'ê tîrmehê de Îpek hewilda ku xwebikuje, nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Îro bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Helebê li taxa Şêx Meqsûdê çalakiyek hat lidarxistin û polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin hat şermezar kirin. Bi dehan jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li ser navê Mala Jin Perîşan Reşîd axivî.
 
Perîşan, diyar kir ku ew ê tola Îpekê hilînin û wiha axivî: "Kiryar û hovitiyên ku di derheqê jinan de tê kirin em bi tundî şermezar dikin. Azadbûna jinê azadbûna civakê ye, vê yekê desthilatdar baş dizanê, ji bo wê di hemû êrîşên xwe de yekem jinan armanc digire. Herî dawî li Êlihê ji aliyê çawûşa pispor ve êrîşek hov li hember jina ciwan a bi navê Îpek pêk hat, pêwiste ew kesî ku bêexlaqî kiriye cezaya herî giran lê were birîn. Tucaran îradeya jin naşkê, em ê tola Îpekê hilînin û em bêdeng namînin."
 
Piştî axaftinê wêneyên tecawîzkar hat şewidandin.