'Dewlet çima li hemberî tecrîdê bê deng in?

  • 09:09 21 Tebax 2020
  • Rojane
Almaz Nayîf-Nesrîn Hisen
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Heta ku Rêber Apo rizgar nêbe em jî rizgar nabin. Hemû dewleten navneteweyî fikr û ramanên Rêber Apo ditirsin û ji ber vê jî li hemberî tecrîdê bêdeng dimînin."
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de bi muwekîlê xwe re 5 hevdîtin pêk anînbûn. Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Ligel rapora CPT'ê hat aşkerakirin jî heta niha li hemberî rewşa Abdullah Ocalan de agahiyekî fermî nehatiye dayîn. Tecrîda ku li hemberî Abdullah Ocalan tê meşandin ji hêla jinên Êzidî ve hat şermezarkirin. Jinan bertekên xwe ji ajansa me anîn ziman. 
 
'Hemû dewlet li hemberî tecrîdê bêdeng in' 
 
Pakîze Celal, di destpêka axaftina xwe de tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axivî: "Ev 21 sal in Rêber Apo di zindanê de ye. Heta niha yek dewlet li hemberî bêhiqûqiya heyî dengê xwe nakê. Hemû dewlet li hemberê tecrîdê bedeng maye. Em îro xwedî li derketina Rêberê xwe weke deynekê dibînin. Dema fermana 2014’an de yên ku me ji qirkirinê xelas kir şagirtên Rêber Apo bû. Yên ku bi hewara me hatin ew şagirt bûn. Tişta dikeve ser milê me çi dibe em ê bikin. Heta Rêber Apo rizgar nêbe em weke gelê bindest her bindest bin û em jî rizgar nabin."
 
'Em bi saya fikr û ramanên wî bûn hêz...'
 
Pakîze, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû dewlet fikr û ramanê Rêber Apo ditirse ji ber ku fikir û ramanên Rêber Apo ji bo gelên bindest e. Ji ber ku fikre Rêber Apo fikrekê azade. Di roja teng de çawa şagirtên Rêber Apo xwedî li me derket pewîst dike em jî weke jin xwedî Rêbere xwe derkevin. Ji ber ku em bi wî fikir û ramanê wî xwe birêxistin kir û em bûn hêz." 
 
'Em êdî bindestiyê qebûl nakin'
 
Endama Meclîsa Gunde Guhbel Lîza alî jî li ser tecrîdê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em wek jinên Êzidî her tim li gel Rêberê xwe bin. Em ji bo azadiya Rêberê xwe çalakiyên xwe bidomînin. Her roja ku derbas dibe tecrîda li hemberî Rêberê me giran dibe. Ev 21 in Rêberê me di nava 4 dîwaran de ye. Ew dewletên ku dibejin em mafe mirovan diparêzin çima niha mafê mirovan naparêzin. Piştî fermanê jinên Êzidî bi fikr û ramanê Rêbertiyê xwe bi rexistin kirin. Bi vê fikrê me xwe nas kir û rexistinên xwe ava kir. Em bindestî û bêrexistinbûnî êdî qebûl nakin. Ji bo Rêbertî jî tişta dikeve ser milê me çi be em ê bikin." 
 
'Em ê ji bo azadiyê bixebitin'
 
Lîza di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser fikr û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tirsa ku di nav dewletan de tê jiyin fikr û ramanên Rêbertiyê ye. Dewletan ji ber vê jî naxwazin Rêbertî ji zindanê derkeve û azad bê. Em weke Êzidî bi qirkirinê re rû bi rû man. Şagirtên Rêber Apo me xelas kir û îro jî em bi rexistin kirin. Em ê her tim ji bo azadiya Rêbere xwe kar û xebat bidin meşandin.”