'Li dijî vîrûsê li girtîgehan tedbîr nayên girtin'

  • 09:06 21 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Bi belavbûna vîrûsa koronayê re tirs û fikara malbatên girtiyan derket asta herî jor. Sultan Degîş ji bo hevjîn û keça xwe ya girtî banga bi hestiyariyê kir û got li girtîgehan tedbîrên esasî nayên girtin. 
 
Xetereyên vîrûsa koronayê (Covid-19) li tevahiya cîhanê didome. Bi rakirina tedbîran bêtir vîrûs belavbû û carek din bû tirsa hemû civakan. Niha rayedarên dewletan dîsa hişyariyên xwe parastinê dikin. Yek jî wan xetereya vîrûsê roj bi roj zêde dibe Tirkiyeyê. Di 1'ê hezaranê de pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin û hemû tedbîr roj bi roj hatin rakirin. Piştî rakirina tedbîran baldariya li hemberî vîrûsê jî ji holê rabû û hejmara nexweşan zêde dibe. Niha rayedarên dewletê bangewaziyên xwe parastinê dikin. Di serî ewil de heta îro ji bo girtîgehan tu tedbîrên hewce nehatin girtin û bi vîrûsê re rûbirû hatin hiştin. Rewşa girtîgehan her tim bû fikara malbatan. 
 
Nîmet Degiş 29 sal in girtiye û nexweş e. Keça Nîmetê Ferîhe Degiş jî girtiye û nexweşiyên wê yên kronîk heye. Nîmet û Ferîhe bi rêya telefonê derbarê rewşa girtîgehê de agahî da malbata xwe û gotin li girtîgehan li dijî vîrûse tedbîrên esasî nayên girtin. Sultan Degîş derbarê keça xwe Ferîhe û hevjinê xwe Nîmetê de agahî da ajansa me. 
 
Ji malbatekî 3 girtî...
 
3 meh beriya niha kurê Sultanê serbest hatiye berdan û niha ji malbatê 2 kes girtî ne û Sultan wiha behsa girtiyên xwe kir: "Hevjînê min 29 sal in girtî ye û gelek caran hatiye sirgunkirin û niha jî li Girtîgeha Tukoglu ya Mereşê ye. Keça min jî 2 sal beriya niha hat girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Amedê ye. Kurê min Azad jî 8 mehan li Girtîgeha Amedê ma û 3 meh beriya niha serbest hat berdan."
 
'Odeyên karantînayê ne paqij in'
 
Sultan, di axaftina xwe de bal kişan ser rewşa Nîmet û Ferîheyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nexweşiyên kronîk ên keça min hene û divê bê tedawîkirin. Ji ber ku 14 rojan di bin karantînayê de dimînin keça min naçe nexweşxaneyê. Dibêjin odeya karantînayê ne paqij in û cihûlivînên paqij nayên dayîn. Ji ber vê sedemê jî keça min naçe nexweşxaneyê."
 
'Tiştên ku li kantînê tên firotin bûha ne' 
 
Sultan, destnîşan kir ku bi her awayî malbat û girtî tên mexdûr kirin û got: "Çend caran min cil û berg ji Nîmet re şand lê bi hinceta ku li kantînê hene cil û bergan nadin wî. Lê belê tiştên ku li kantînê jî tê firotin pir bûhane. Pereyên ku em dişînin jî têra wan nake. Em hem li dervê û hem jî li hindûr mexdûr dibin. Piştî pêvajoya pandemiyê ez du caran çûm serdana keça xwe. Lê ji ber ku derfeta aboriyê nîne ez nikarim biçim hevdîtina hevjînê xwe."
 
'Ez ji rewşa keç û hevjînê xwe bi fikar im'
 
Sultan, bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtî di pêvajoya pandemiyê de bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû man. Li girtîgehan belavbûna vîrûsê rîskekî mezin e. Şert û mercên xirab ên koguşan jî bandorêkî neyînî li ser girtiyan dike, Ez ji rewşa keça xwe û hevjînê xwe bi fikar im. Bi Qanûna Înfazê re êrîşkar, diz û çete hatin tehliyekirin lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Heval û alîgirên xwe serbest berdan. Yên me jî di nava 4 dîwaran de man."