'Erka rewşenbîran hilgirtina barê civakê ye'

  • 09:05 21 Tebax 2020
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avêste Mistefa girîngiya rola rewşenbîran di civakê de anî ziman û wiha got: Ji bo ku hîmên civakê neyê hilweşandin divê rewşenbîr bibin piştevanên civaka xwe û jê re pêşengtiyê bikin."
 
Rewşenbîrtî nirxekî miroviye û çavkaniya zanist, bawerî û tecrûbeyane. Ji bo avakirina şaristaniyan jî rewşenbîrtî hîmekî pir girîng e. Rola Rewşenbîran a di nava civakê de ew e ku bibe çavkaniya pêşxistina asta hizrandin û derkirina çareseriyan ji bo azadî û serxwebûna civakan. Piştî koçberkirina şêniyên herêma Efrînê, Rewşenbîrên Efrînê di nava koçberî, şert û mercên zehmet de ji gelê xwe re bûn alîkar. Têkildarî mijarê Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Avêste Mistefa girîngiya rola rewşenbîran di civakê de ji ajansa me re nirxand. 
 
Avêste di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku rewşenbîr xwediyê peyama serhildana civakê ne û wiha got: "Erka ku dikeve li ser milê rewşenbîran pêşxistina civakê ye. Ji ber ku rewşenbîr bi xebata xwe ya di nava civakê de xwediyê peyama serhildan û rabûna wê civakê ne. Em wek rewşenbîrên Efrînê piştî koçberiya şêniyên Efrînê me pêwistî dît ku em di xebata xwe berdewam bikin." 
 
'Divê rewşenbîr barên zehmet a li ser civakê sivik bikin' 
 
Avêste di nav gotinên xwe de bal kişand ser rola rewşenbîran di nava civakê de û wiha pê de çû: "Ji bo ku hîmên civakê neyê hilweşandin divê rewşenbîr bibin piştîvanên civaka xwe. Her tim şaristanî bi riya kesên rewşenbîr tên avakirin û civak dibe xwedî hîman.  Di encama dagirkirina Efrînê de, gel êşên giran dijîn. Ji bo ku em gelê xwe ji nû de komî ser hev bikin û jiyana wan di nava koçberiyê de ji aliyê zanist ve bi rêxistin bikin, em xebatên girîng didin meşandin. Me semînerên cur be cur ji gel re pêşkêş kirin, di encama wan semîneran de jî me karîbû hêjmarek mezin ji ciwanan ber bi nivîsandin û xwendinê de bikşînin. Erka rewşenbîran ew e ku barên zehmet ser civaka xwe sivik bikin."
 
'Rewşenbîr siya parastina civakê ye'
 
Avêste di berdewamiya axaftina xwe de erêniya pêşxistina civakê di aliyê zanistê anî ziman û ev tişt got: "Hebûna ciwanên rewşenbîr di nava civakê dibe sedema derxistina neyîniyên civakê û bi cihkirina erêniyan e jî. Êrîşên ku li ser ciwanan de pêk tên bi rêya zanistê tên kirin ku mêjiyê ciwan ser fikirê azadiyê biguherîne. Hemû êrîşên zanistî û bîrdoziya ku li ser ciwanan de pêk tên di heman demê de ciwanên rewşenbîr dikarin wan êrîşan vala derxînin. Rewşenbîr siya parastina civakê ye."
 
'Divê rewşenbîr xwediyê vîn û baweriyê bin'
 
Avêste wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi rêya rewşenbîran mirov dikare dîrokekê ji pêşerojê re bide nivîsandin. Hemû êş û neyîniyên ku civak pê re rû bi rû dimîne ciwanên rewşenbîr jê re dibin persîv. Ji bo dewamkirina xeta parastina welat û bilindkirina asta zanista civakê divê ku rewşenbîr vîn û baweriyan ji xwe re bingeh bigirin."