Jin ji bo Îpekê daketin qadan

  • 16:54 20 Tebax 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Jinan li Mêrdîn, Riha, Mêrsîn û Hatayê ji bo Îpekê daketin qadan û daxwaza darizandina Mûsa Orhan kirin û gotin: "Em tu carî destûrê nadin vê siyaseta qirêj. Em ê li dijî pergala serdest a kujer û tecawizkar bi ser kevin." 
 
Têkildarî bûyera jina ciwan Îpek E. a li navçeya Qubînê ya Êlihê ji aliyê Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û bû sedema mirina wê, li Mêrdîn, Riha, Hatay û Mêrsînê daxuyanî hat dayîn. 
 
MÊRSÎN
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev ne înttîhare, tundiya mêr e! Jinên hatine qetilkirin îsyana me ne.” Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê Gulay Şen, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser bi cih neanîna Peymana Stenbolê û xwest peyman bê bi cih anîn.
 
HATAY
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îskenderûnê jî derbarê mijarê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê daxuyanî da çepemeniyê. Fatma Gureş, di daxuyaniyê de li ser navê platformê axivî û wiha got: “Em ê tu carî destûrê nedin vê siyaseta qirêj. Divê hem Mûsa Orhan û hem jî hişmendiya ku temsîl dike bê darizandin û ceza kirin.” 
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdîn û navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê jî, der barê bûyerê de daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de, wiha hat gotin: "Hûn çima faîlên êrîşkarên zayendî diparêzin? Hûn bi van polîtîkayan civakê ber bi tunebûnê ve dibin. Em bang li hemû jinan dikin ku, li dijî van êrîşan tebikoşin."
 
RIHA
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê û aktîvîstên TJA'yê li avahiya HDP'ê ya Rihayê kom bûn û li vir daxuyanî dan. Hevseroka HDP'ê ya bajêr Emîne Çetîner, diyar kir ku dibêjin li vir edalet heye û got: "Lê di nava çavên gel dinêrin û derewan dikin. Tecawizkar, êrîşkar û kujer tên girtin lê ji deriyê piştî jî tên berdan. Lê em jî dibêjin ku em ê têkoşîna xwe ji bo jinan bidomînin. Em ê li dijî pergala serdest a kujer û tecawizkar bi ser kevin."