'Paradîgmaya Abdullah Ocalan rizgarî ye'

  • 14:56 20 Tebax 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenî diyar kir ku êrîşî partî û paradîgmaya wan tê kir û got, "Li navenda şerê li Rojhilat Navîn paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ji bo gelan rizgarî ye."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Qonaxa sêyemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” li Şirnexê didomîne. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û şandeya bi wan re çûn Cizîrê û di têketina navçeyê de li Katranê hatin pêşwazîkirin. Şande çû avahiya rêxistina HDP’ê û li wir civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber, parlamenter û hevşaredarên HDP’yî beşdarî civînê bûn. Ewil Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag axivî û spasiya beşdaran kir. 
 
'Em ê li qadan û li cem gelê xwe bin'
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di civînê de axivî û got: “Êriş li ser sazî û dezgeh, gel û partiya me û paradîgmaya me hene. Em li serê gengeşe dikin em ê çawa li dijî van êrişan bisekinin. Em dixwazin van nîqaş bikin. Em ê heta 1’ê Îlonê li qadan û cem gelê xwe bin. Li herêmê Şêrê Sêyemîn yê Cîhanê diqewime. Ev şer ji aliyê dewletên serwer ve tê birêvebirin. Birêz Abdullah Ocalan diyar dike ku ev şer di nava pergala kapîtalîst û pergala demokratîk de diqewime. Ji bo vê yekê jî hêzên diktatör û rêveberiyên faşîst jî ji bo teşeyên xwe rewa bikin van êrişan didomînin. Li aliyê din jî gelên cîhanê li dijî vê pergalê û zilmê serî rakiriye û li her deverê bi pêşengiya jinan têkoşînê dikin.” 
 
‘Ev paradîgma ji bo gelan model e’ 
 
Salîha destnîşan kir ku paradîgmaya Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn ku di nava şer de ne rizgariyê nîşan dide û got: “Ev paradîgma û pergala demokratîk di serî de ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyê dibe model. Lê ev hêzên faşîst ji bo berjwendiyên xwe dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin. Li dijî modela nû ya Rojavayê Kurdistanê êriş bênavber pêk tên. Ev êriş li dijî tunekirina paradîgmaya Ocalan in. Ji ber vê yekê jî divê li dijî van êrişan gelê kurd têkoşîna xwe bike yek û êrişan rawestîne.” 
 
‘Yekitî girîng e’ 
 
Salîhayê da zanîn ku li dijî van êrişên ser gelê kurd yekîtiya gelê kurd gelek girîng e û got: “Gelê kurd dixwaze li Kurdistanê yekîtiya xwe ava bike. Çi dibe bila bibe divê yekîtiya kurdan pêk were.”