Platforma Jinan a Enqerê: Em ê li dijî tecawizkaran bi hev re têbikoşîn

  • 14:54 20 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê ji bo Îpek E, yê daxuyaniyek da û got: "Bi zelalî xuya dike ku dewlet tecawizkar û êrîşkaran diparêz e. Em li vir bang li jinan dikin ku li dijî tecawiz, taciz û êrîşan têkoşîneke hevpar bidin meşandin."
 
Îpek E. ji hêla çawişê pispor Mûsa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û dawî li jiyana xwe anî. Piştî bertekên raya giştî Musa Orhan hat girtin. Platforma Jinan a Enqerê derberê bûyerê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL SEN) pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta 'Peymana Stenbolê pratîze bike û mêran neparêz e darizî ne' vekirin. Bi dehan endamên platformê tevlî daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji hêla endama platformê Zeynep Ulger ve hat xwendin. 
 
Zeynep, di axaftina xwe de bal kişand ser girtina çawişê pispor Mûsa Orhan û got: "Piştî ku Îpek jiyana xwe ji dest da li ser medyaya civakî bertek hatin nîşandan û piştre jî Mûsa hat girtin. Zeynel Abakarov, Hasan Bîlgîlî, Şîrîn Unal û wekî bidehan faîl bê ceza hatin hiştin. Li Tirkiyeyê êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan pisgirêka herî sereke ye. Her wiha li bajarên kurdan jî dewlet li hemberî êrîşên zayendî û tecawizê çavên xwe girtî ye. Bi pergalî li hemberî jin û zarokan êrîşên pêk tên. Parastina tecawizkar û êrîşkaran jî di çarçoveya polîtîkayên şer ên taybet de tê kirin."
 
Zeynep, da zanîn ku di serî de li Dêrsim, Agirî, Şirnex û Mêrdînê bi destê hêzên dewletê ve êrîş û tecawiz pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li şûna ku tecawizkar bigirin pesnê wan tê kirin. Ev tişt jî dibe sedema zêdebûna tecawizê. Bi zelalî xuya dike ku dewlet tecawizkar, êrîşkaran diparêz e. Lê belê peywîra dewletê ev ê ku tecawizkaran bigire û ceza bike."
 
Zeynep, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stenbolê û got: "Em ê li dijî taciz, tecawiz, kuştin û îstîsmarê li qadan bin û em ê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna xwe bidomînin. Em li vir bang li jinan dikin bên û em bi hev re têbikoşin."