Polîs êrîşî jinên li dijî tecawizê derketin kir

  • 14:39 20 Tebax 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinên ku xwestin ji bo Îpek. E. ya ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û hewl da întîxar bike ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyê bidin bi êrîşa polîsan re rûbirû man.
 
Jinên Endamên Rizgariya Jinê, xwestin derbarê Îpek E. ya ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û hewl da întîxar bike ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da li Qada Taksîmê daxuyaniyê bidin.  Jinên ku pankarta bi dirûşma "Kujerê Îpek pergala serdet a mêr e" vekirin bertekên xwe bi dirûşmên, "Em ê hesap ji kujeran bipirsin", "Wê dewleta mêr hesap bide"  nîşan dan. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, " Em ê  bi zîhniyeta beriya Îpek jiyana xwe ji dest bide daraza mêr bersûc Musa Orhan serbest berdaye û li ser bertekên li ser medya civakî bê dilê xwe ew girtiye re têkoşîna xwe bidomînin."
 
4 jin hatin binçavkirin
 
Di dema ku daxuyanî dihat dayîn de polîsan êrîşî jinên çalakger kir û Başak Yeşîlot, Gamze Taşçi, Bêrîvan Kurt û Burcugul Çubuk bi lêdanê binçav kirin."