Em zêmara 'Rabe keça min rêya min dirêj û barê min giran e' nadin ji bîr kirin!

  • 14:23 20 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - Meclîsa Jinan HDP'ê ya Erdîşa Wanê ji bo Îpek E. yê daxuyaniyek dan û gotin: "Em tu carî zêmarên dayika Îpekê 'Rabe keça min rêya min dirêj û barê min giran e' ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin." 
 
Îpek E. ya ku li navçeya Qubînê ya Êlihê ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û hewl da întîhar bike li nexweşxaneya ku dima jiyana xwe ji dest  da. Ji ber bertekan 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê derbarê çawîşê pispor Musa Orhan de biryara girtinê da û wî şand girtîgehê. Derbarê mijarê de Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Erdîşa Wanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê hat dayîn. Ji hêla rêvebera HDP'ê ya navçeyê Hatîce Yildiz ve daxuyanî hat xwendin.
 
Hatîce di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî bajarên kurdan tê meşandin û got: "Wekî her car çawa di hêla hiqûqî de nêzî sûcdaran dibûn vê carê jî heman ferasetê nêzî Musa Orhan jî bûn. Me carek din jî dît ku li hemberî çanda tecawizê hiqûq çawa nêz dibe. Musa Orhan di serî de nehat girtin û ev tişt wijdana gel aciz kir. Piştî bertekên raya giştî daraz neçar ma ku Musa Orhan bigire."
 
Hatîce, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li hemberî tecawizê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkoşîna li dijî tecawizê dê her tim di rojevê de be. Xwişka me Î.E dilê me şewitand, lê belê hêrsa me jî zêde kir. Em tu carî zêmarên dayika wê 'Rabe keça min rêya min dirêj û barê min giran e' ji bîr nakin."