Ayşe Acar Başaran: Tecawiz polîtîkaya şerê taybet e

  • 14:09 20 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê  Ayşe Acar Başaran, derbarê rojeva jinan civîna hetane a çapemeniyê li dar xist û li ser zêdebûna bûyerên tecawizê ku li Kurdistanê bi destên leşker û polîsan zêde dibin rawestiya.  Ayşe diyar kir ku li bajarên kurdan dewletê polîtîkayên xwe yên şerên taybet xistine dewrê, bang li Wezîrê Karên Navxweyî yê tirk kir û got, "Em li dijî destdirêjî û tecawiza li jinan tê kirin radiwestin û ew nikare me darizîne."
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya Partiya xwe civîn ji çapemeniyê re li dar xist û derbarê rojeva jinan de axivî.
 
Ayşe bi kuştina Îpek E. a 18 salî ku çawişê pispor Mûsa Orhan tecawizî wê kirû dawî li jiyana xwe anî dest bi axaftina xwe kir û got: “Destdirêjiya li dijî jinan bi sed salan e wek rêbazek şerê taybet tê bikaranîn. Li bajarên bakurê Kurdistanê destdirêjiya li dijî jin û zarokan bi destê dewletê tê kirin. Ev jî rêbaz û polîtîkaya şerê taybet e.”
 
'Lêgerîna edaletê didome' 
 
Ayşe ji ber vê bûyera Îpek E. bûyerek di sala 2013’an de li navçeya Midyada Mêrdînê bi bîr xist û diyar kir ku cerdevanan jinek revandiye û tecawizî wê kirin û bûbûn sedema mirina wê jinê. Ayşe got lêgerîna vê malbata ya edaletê 7 sal in didome. 
Ayşe gelek bûyerên destdirêjiya li dijî zarok û jinên kurd bi bîr xist û da zanîn ku rayedarên dewletê bi zanebûn ser sûcên tên kirin digirin. 
 
 'Kes nikare me bidarizîne'
 
Ayşeyê bersiva Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû yê ku li şûna kujer Mûsa Orhan, HDP’ê kir armanca xwe jî da û got: “Kes nikare me bidarizîne. Yê ku herî dawiyê wê dikaribe me bidarizîne ew jî Suleyman Soylû ye. Yên ku dixwazin ser bûyerê bigirin wê nikaribin hesab ji me bixwazin. Li Tirkiyê li ser medya civakî lêgerîna edaletê tê kirin û xwestin. Ev jî şerma rayedaran e.” 
 
Başaran bal kişand ser Peymana Stenbolê ya ku bûye armanca îqtîdarê û got: “Çi derdê web i Peymana Stenbolê re heye gelo? Peyman destkeftiyek e û em ê peymanê biparêzin û ji bo wê têbikoşin.” 
 
‘Îradeya jinan qebûl nakin’ 
 
Ayşeyê bal kişand ser salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman û got: “Çawa qeyûm hatin tayînkirin ewilî destkeftiyên jinan kirin armanca xwe û tune kirin. Naxwazin ku jin bibin îrade.”