Zarokê ket bîra avê fetisî

  • 12:38 20 Tebax 2020
  • Rojane
 WAN - Li navçeya Seravê zarokî 14 salî ku xwest erd av bide ket bîra avê û jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Seravê li taxa Şerefxanê zarokê bi navê Bahattîn Akin(14), dema ku xwest erd av bide ket bîra avê. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên rizgarkirin hatin cihê bûyer û piştî ku ava di bîrê de vala kirin zarok derxistin. Lê Bahattîn ê ku rakirin Nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
 Serdozgeriya Komarê ya Seravê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.