Wêneyên jinên hatine qetîlkirin li kolanan hatin daliqandin

  • 12:02 20 Tebax 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan û Komîteya Întîxarê, wêneyên jinên ku hatin qetîlkirin û ji ber  tundiy ê dawî li jiyana xwe anîn li kolanên Kobanê yên sereke, navçe û gundên wê daliqandin.
 
Li Kantona Kobanê bûyerên qetîlkirin û xwekuştinê her ku diçe zêdetir dibin, ev jî dibe sedem ku hişmendiya baviksalarî li hemberî jinan xurtir bibe. Herî dawî li gundê Pêndir yê Kobanê, zaroka bi navê Kelam Keman (16) bi awayekî guman dawî li jiyana xwe anî. Ji 2020'an de heta niha 8 jinan hewil daye ku dawî li jiyana xwe bînin, çar jin hatine qetîlkirin û sê jinan jî dawî li jiyana xwe anîn e. Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê jî ji bo ku rê li ber qetilkirina jinan bigire, di encama civînekê de biryara daliqandina wêneyên jinên ku hatine qetîlkirin û ji ber tundiyê dawî li jiyana xwe anîne li kolanan daliqînin girtibû.  
 
Di çarçoveya vê biryarê de, Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan û Komîteya Întîharê, dûh wêneyên jinên ku ji aliyê malbat û kesên bi wan re hatin zewicandin vehatine qetîlkirin li kolanên Kobanê yên sereke, li navçe û gundên wê daliqandin. Li ser wêneyan nivîsên "Wê xwe nekuştiye, we ew kuştiye" hat nibû nivîsandin.
 
Her wiha ji bo ku jin xwe bighînin Rêxistna Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan û piştgiriyê bigirin xeteke telefonê ya bi navê reqema gerim hat avakirin. Telefona ku divê jin xwe bigihîninê wiha ye: 0937621668