‘Daristan mîrateya mirovahiyê ye’

  • 09:04 20 Tebax 2020
  • Rojane
AMED - Li hemberî şewata daristanên li herêmê siyasetmedarên jin bertek nîşandan û gotin: "Li Tirkiyeyê ji bo rantê daristan tên şewitandin û li Kurdistanê jî di çarçoveya polîtîkayên şer daristan tên şewidandin. Divê me di vê mijarê de baldar bin û xwedî li xwezaya xwe derkevin." 
 
Demek dirêje şewata daristanan di rojevê de ye. Lê li dijî şewatan jî heta niha gavên ber bi çav nehatin avêtin. Li herêmê her roj ji ber operasyonên leşkerî daristan dişewidin. Li hemberî daristanên ku dişewitin dewlet xemsar nêz dibe û nahêlin ku welatî jî mudaxaleyê şewatê bikin. Siyasetmedarên jin bal kişandin ser şewata daristanan û gotin di çarçoveya polîtikayên şer de şewat tên derxistin û bi taybetî jî mudaxaleyê nakin. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku di demsala havînê de li tevahiya cîhanê şewatên daristanan derdikevin holê, lê belê şewatên ku li herêmê pêk tên jî di encama polîtîkayên cuda pêk tê. Hulya wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Kurdistanê şewat bi du cûreyan pêk tê. Yek ji wan ew e ku bi destê mirovan şewat derdikeve û dewlet bi zanetî mudaxaleyê nake. Her wiha nahelîn ku welatî jî mudaxaleyê bikin. A duyemîn jî di dema operasyonên leşkerî de şewat pêk tên. Şewitandina daristanan di nav van operasyonan de wek alavek tê dîtin. Jixwe nahêlin ku kes mudaxaleyê bike jî."
 
'Li hemberî mijarê xemsar nebin' 
 
Hulya, bal kişand ser polîtîkaya qirkirina xwezayê û wiha berdewam kir: “Me polîtîkayên qirkirina xwezayê li Heskîfê dît. Bi wî awayî tê xwestin ku ekosîstema wir xira bikin. Ji her aliyê êrîş dikin. Divê gel di vê hişmendiyê de bin ku zêdetir li ser van mijaran bi hêstiyarî tevbigerin. Gava ku agir bi daristanan ket ên ku peywira wan divê vemirandina vê agirê be peywira xwe pêk nayne. Me herî dawî li Licê dît. Divê em li hemberî vê mijarê xemsar nebin û xwedî li xwezayê xwe derkevin.”
 
‘Pergala qirkirina xwezayê ketiye dewrê’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajarê Amedê Seval Gulmez jî diyar kir ku pergala qirkirina ekolojiyê ketiye dewrê û wiha pêde çû: “Li Kurdistanê û Tirkiyeyê şewata daristanan pêk tê lê belê divê em şewatên ku li Kurdistanê pêk tê bi awayekî taybet nêz bibin. Li Tirkiyeyê daristan ji bo rantê tê û li Kurdistanê jî di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê tên texrîpkirin. Li gelek deveran û bi taybetî jî li Liceyê pêvçûn hene di encama pevçûnan de daristan tên şewidandin. Ev tişt tê wateya cezakirina Gelê Kurd. Dibêjin 'Ger ku tu xwedî li nasname, xweza û hebûna xwe derkevî ez ê jî wiha mudaxaleyê bikim' Lê mafekî dewletê wisa nîne. Em çawa berpirsyariyên xwe pêk tînin divê dewlet jî berpirsiyariya xwe pêk bîne. Lê belê desthîlatdara ku dema dikeve nava aloziyan vê demê êrîşan pêk tîne û bi taybetî jî êrîşê xwezaya li herêmê dike. Lê divê em zêdetir xwezayê xwe biparêzin."
 
‘Parastina xwezayê erka me ye' 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn jî bal kişand li ser têkiliya xweza û mirovatiyê û ev tişt anî ziman: “Hema hema her roj daristanek tê şewitandin. Desthîlatdar bi wî awayî ji xwezayê re şer dike. Qirkirina xwezayê di bingeha xwe de êrîşa li ser hebûn û koka me ye. Parastina xwezayê jî erka me ya hemû mirovan e. Ji bo pêşeroja mîrateya xwe divê em xwedî li daristan û xwezayê xwe derkevin.”