'Wê Î.E. ji rojeva me nekeve'

  • 16:42 19 Tebax 2020
  • Rojane
WAN - Ji bo Îpek E. ya ku ji aliyê çawîşê pispor ve bi tecawizê re rûbirû ma piştî hewldana întîharê bi 33 rojan jiyana xwe ji dest da li Wanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Wê Î.E. ya ku ji aliyê pergala tecawizê ve hat qetilkirin ji rojeva me nekeve."
 
Derbarê Îpek E. ya ku li navçeya Qubînê ya Êlihê ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û hewl da întîhar bike ku duh li nexweşxane dima jiyana xwe ji dest  da, ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li ber avahiya HDP'ê ya Wanê daxuyanî hat dayîn. 
 
'Kesê tecawiz kir serbest e'
 
Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Aynur Sarca ve hat xwendin. Aynurê diyar kir ku li bajarên kurdan şofandina tecawizê û kesên tecawiz dikin bûye polîtîkaya şerê taybet û wiha berdewam kir, "Musa Orhan ê ku nehat girtin serbest digere."
 
'Em pergala tecawizê û kujer lanet dikin'
 
Aynûrê di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, "Î.E. ya ku ji aliyê pergala tecawizê ve hat qetilkirin wê qet ji rojeva me nekeve. Wê bibe sedema têkoşîna me. Xemgîniya me ya me ya ji ber mirina xuşka me mezin e. Em sersaxiyê ji malbata Î.E. û heskirinê wê re dixwazin. Em pargala tecawizê û kujer lanet dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" û "Kuştina jinan polîtîk e" bi dawî bû.