'Em ê bibin dengê Îpek.E. ya hat mexdûrkirin'

  • 16:26 19 Tebax 2020
  • Rojane
ENQERE - Komîsyona Jinan a Navenda ÎHD'ê, derbarê Îpek. E. ya ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û ber bi întîxarê ve hat dafdan de daxuyaniyek weşand û got, "Em jinên ÎHD'yî, em ê li pey vê nameyê bin û bibin dengê Î. E. ya hat mexdûrkirin."
 
Komîsyona Jinan a Navenda Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê Îpek. E. ya ku li Êlihê ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve bi tecawizê re rûbirû ma û ber bi întîxarê ve hat dafdan û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek nivîskî weşand da. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nameya Îpekê ya berê nivîsandibû bavê wê F.E. di 27'ê Tîrmehê de aniye ÎHD'ya Êlihê û serî li komeleyê daye. Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serlêdana ji aliyê bavê Îpekê ve li komeleyê hatiye kirin Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re jî hatiye ragihandin. 
 
'Li dijî zihniyeta mîlîter dawî li jiyana xwe anî'
 
Di axuyaniyê de hat ragihandin ku nameya Îpekê li dû xwe hiştiye ji bo dozên ku demên pêş de bên vekirin wê bibe delîl û wiha hat berdewamkirin, " Î.E. li dijî ferasta ‘serdest û feodaliya zilam’ a ku ferzî civakê tê kirin, dawî li jiyana xwe anî. Hîna di temenê xwe yê zarokatiyê de, rastî vê zilma giran hat. Hîna jî bersûcê wê ji aliyê Daraza Desthilatdariyê ve tê parastin û jiyana xwe dewam dike. Rastiya ‘Tundiya Li Dijî Jinan Polîtîke’ cardin li rûyê me ket. Ne hiqûqa navxweyî û ne jî peymanên navneteweyî yên hatine îmzekirin, rastiyan ronî nakin. Esil rastî ‘unîforman Musa Orhan li xwe kiriye’ û ferastea ji siyasete girtiye.” 
 
'Divê bi awayê herî giran bê darizandin'
 
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin, "Orhan ji aliyê darazê ve tê parastin. Î.E. jî wê êdî nekare xwe îfade bike. Lê nameya li paş xwe hişt emanete me jinane. Em weke jinên ÎHD’î li pişt vê nameyê ne. Em ê bibin peyvên mexduriyeta tiştên Î.E. jiyan. Divê Mûsa Orhan bê girtin û biryara veşartinê ya li ser dosyeya Î.E. bê rakirin. Lazime ku cezayê herî giran ji bo Mûsa Orhan bê dayîn.”