Yek jê jin 5 kes hatin binçavkirin

  • 15:15 19 Tebax 2020
  • Rojane
SÊRT - Li Sêrtê serê sibehê di serdegitinên malan ku hatin kirin de jineke ji meclisa HDP'ê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li sertê di serdegitinên malan ku serê sibehê hatin kirin de, endamên Meclisa Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Tay, Sabrî Basut û birayê parlamenterê bajêr Siddik Taş Faîk Taş û welatiyên bi navê Hayretîn Batur û Îdrîs Îlhan hatin binçavkirin.
 
Pênc kesên ku hatin binçavkirin û birin Muduriyeta Emniyetê sedema binçavkirina wan nehat zanîn.