Nasnameya jina di golê de mirî hat dîtin aşkera bû

  • 15:14 19 Tebax 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Nasnameya jina ku li taxa Merzanê ji golê cenazeyê wê hat derxistin aşkera bû. Hat diyarkirin ku navê wê Sarya Ege  ye û ji duh êvarê de winda bûye. 
 
Hat diyarkirin ku jina li Colemêrgê li taxa Merzanê cenazeyê wê vê sibehê di golê de hat dîtin navê wê Sarya Ege ye û 41 salî ye. Hat diyarkirin ku Sarya ji duh êvarê de winda bû. Cenazeyê saryayê ji bo otopsiyê li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tê girtin.
 
Derbarê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.